MHP dê di cejnê de DEM Partiyê ziyaret bike

03-06-2025
RÛDAW
Nîşan MHP DEM Partî AK Partî Cejna Qurbanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) 7ê Hezîranê bi boneya Cejna Qurbanê dê serdana DEM Partiyê bike.

Di bernameya cejnê ya MHPyê de ziyareta CHPyê cih nagire.

MHPyê di Cejna Qurbanê de bernameya serdanên xwe yên bo aliyên siyasî eşkere kir.

Di heyeta ziyaretên cejnê yên MHPyê de Alîkara Serokê Giştî Zuhal Topal, Endamên Desteya Birêveberiya Navendî (MYK) Turan Şahîn û Ozmen Alp Gîray cih digirin.

Bernameya MHPyê 7ê Hezîrana 2025an ku dûyem roja cejnê ye wiha ye:

- 09:00 – 09:15: Partiya Çep a Demokrat (DSP)

- 09:25 - 09:40: DEM Partî

- 09:50 -10:05: AK Partî

- 11:10 -11.25: Partiya Saadetê

- 11.30 - 11.45: Partiya DEVAyê 12.10 - 12.25: Partiya Paşerojê

Li aliyê din Partiya Gel a Komarî (CHP) ku dûyem partiya herî mezin a Tirkiyeyê ye di bernameya cejnê ya MHPyê de cih negirt.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Wêneyekî temsîlî /  Arşîv

Naveroka Paketa Darazê ya 11an çi ye?

Tê pêşbînîkirin ku 55 hezar girtî bên berdan û bi hezaran girtî jî ji girtîgehên girtî derbasî girtîgehên nîvvekirî bibin