Li gor amarên TUIKê nifûsa Kurdan li Tirkiyê 19 milyon kes e

04-02-2020
Sîna Soma
Sîna Soma
Nîşan Bakurê Kurdistanê Tirkiye TUIK Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Giştî ya Amerên Tirkiyê (TUIK) hejmara akinciyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê belav kir, li gor amarên wê desteyê, hejmara akinciyên Tirkiyê bi giştî gihîştiye zêdetir ji 83 milyon kesan û hejmara akinciyên Bakurê Kurdistanê û Kurdan bi giştî zêdetir ji 19 milyon kesan e.

Li gor amarên dawî yên Desteya Giştî ya Amerên Tirkiyê, hejmara akinciyên Tirkiyê di sala 2019an de bi berhevdana ligel sala 2018, bi qasî 1 milyon û 151 hezar û 115 kes zêde bûye û gihîştiye 83 milyon û 154 hezar û 997 kesan.

Her li gor amarên TUIKê hejmara akinciyên Bakurê Kurdistanê di sala 2019an de bi berhevdana ligel sala 2018ê bi qasî 479 hezar û 185 kes zêde bûye û gihîştiye 19 milyon û 177 hezar û 123 kesan.

Her li gor heman amaran,  Kurd li Tirkiyê bi giştî %21.88 ji nifûsa wî welatî pêk tîne.

Li Bakurê Kurdistanê zêdetirîn rêjeya akinciyan li parêzgeha Rihayê ye û li gor amarên TUIKê, hejmara akinciyên wê di sala 2019an de 2 milyon û 73 hezar û 614 kes bûye.

Piştî Rihayê, parêzgeha Dîlok bi 2 milyon û 69 hezar û 364 kes‎, parêzgeha Amedê bi 1 milyon û 756 hezar û 353 kes nifûs, Gumgum bi 1 milyon û 154 hezar û 102 kes û parêzgeha Wanê bi nifûsa 1 milyon û 136 hezar û 757 kesî di pileyên duyem heta pêncem de cih digirin.

Ji xeynî van 5 bajaran hejmara akinciyên parêzgehên din ên Bakurê Kurdistanê jî di jêr yek milyon kesî de ye.

Hejmara herî kêm a akinciyên Bakurê Kurdistanê li parêzgeha Dêrsimê hatiye tomarkirin û hejmara wan 84 hezar û 660 kes in.

Bajarên herî qerebalix ên Tirkiyê

Her li gor amarên TUIKê, Stenbol mezintirîn bajarê Tirkiyê ye û 15 milyon û 519 hezar û 267 kes li wî bajarî dijîn, ku bi giştî %18.66 ji akinciyên Tirkiyê pêk tîne.

Herwiha Enqere ya paytexta Tirkiyê bi nifûsa 5 milyon û 639 hezar û 076 kesan di rêza duyem, bajarê Izmîrê bi 4 milyon û 367 hezar û 251 kesan di rêza sêyem, Bursa bi 3 milyon û 56 hezar û 120 kes‎ di rêza çarem, Antalya bi 2 milyon û 511 hezar û 700 kesan di rêza pêncem û bajarê Konyayê bi 2 milyon û 232 hezar û 374 kesan di rêza şeşem a bajarên mezin ên Tirkiyê de cih digirin.

Hejmara herî kêm a akinciyên Tirkiyê jî li parêzgeha Bayburtê hatiye tomarkirin û hejmara wan 84 hezar û ‎‎843 kes in‎.

Rêjeya akinciyan li bajar û bajarokan sala 2018an di asta %92.3 de bûye. Sala 2019ê bo asta %92.8 zêde bûye û rêjeya akinciyan li gund û nehyeyan %7.2 bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst