Selahattîn Demîrtaş: Mirin li te nehat, nebû bira

04-05-2025
RÛDAW
Nîşan Selahattîn Demîrtaş Sirri Sureyya Onder
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Selahattîn Demîrtaş li ser Sirri Sureyya Onder peyamek belav kir û got, "Mirin li te nehat, nebû bira."

Alîkarê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê û Endamê Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder li Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê ku lê dihat dermankirin piştî 18 rojan wefat kir.

Hevserokê Berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaşê ku li Girtîgeha Edîrneyê tê girtin li ser Sirri Surreya Onder peyameke sersaxiyê belav kir.

Selahattîn Demîrtaş di peyama xwe de wiha got:

"Tenê goreke te nîne, tu dê di dilê deh milyonan de werî veşartin. Ez herim kîjanê, rûyê xwe di kîjanê bidim bira.

Here, bila rêya te vekirî be keko can. Tu tim û tim biqedirê me yî. Lê ne ken e, ne simbêl e ku li te were, mirin li te nehat, nebû bira."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst