Li Şirnexê pevçûn: Kesek hat kuştin û 6 kes birîndar bûn

17-06-2025
RÛDAW
Nîşan Şirnex Silopiya Pevçûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Silopiyayê ya parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê di pevçûna ku bi bi kevir û çekan de kesek hat kuştin û 6 kes jî birîndar bûn.

Li gundê Serî yê navçeya Silopiyayê ji ber sedemeke hîn ne diyar e, zarok bezîn hev û malbat jî tevlî bûn.

Malbatan bi dar, kevir û çekan pev çûn.

Di pevçûnê de 7 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, cendirme û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê.

 Ji birîndaran A.Y. tevî midaxeleyan xelas nebû û mir.

Tîmên tenduristiyê cenazeyê A.Y. ji bo otopsiyê bir Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.

Hêzên ewlehiyê li gund tedbirên ewlehiyê yên berfireh wergirtin.

Bi îdiaya ku tevî şer bûne, 15 kes hatin desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst