Stenbol (Rûdaw) - Pêşangeha 33yemîn a Teknoloyîn Berhemên Xwirekê ya Navneteweyî ya Stenbolê di 2ê Îlonê de li Navenda Fuarê ya TUYAPê ya Stenbolê dest pê kir.
Ji 100 welatên cîhanê zêdetirî 900 kompaniyên Xwirekê beşdarî pêşangehê bûne.
Kompanyaya Cîhan Foodê jî ku navenda wê li Hewlêrê ye di Fûara Xwirekê de amade ye.
Kompanyaya Cîhan Foodê ku cîhanê berhemên xwe hinardeyî 15 welatên dike, bi berhemên xwe yên wekî çay, birinc, savar, zeyt di fûara Stenbolê de cih digre û berhemên xwe bi sektora cîhanê dide nasîn.
Di fûarê de gelek berhemên nû yên Xwirek û teknolojî û înovasyonên dawî yên Xwirekê tên nîşandan. Eleqe û beşdariya bo fûarê gelekî zêde ye.
Ev fuara ku di warê Xwirek û teknolojiya nerhemên Xwirek de yek ji fûara herî bi prestîj e, wê heta 5ê îlonê li TUYAPa Stenbolê dewam dike.
"Armanca me em navê Cîhan bi cîhanê bidin nasîn"
Birêveberê Kompmanyaya Cihan Foodê Xalid Welî Salih armancaz xwe ya ji bo beşdarbûna pêşangehê wiha anî ziman:
"Em beşdarî vê pêangeha navneteweyî bûne ku navê Cîhan bi cîhanê bidin nasîn. Helbet pêşangeha Tirkiyeyê pêşangeheke mezin e.
Markayên me ji çaya Cîhanê dest pê dikin, li Seylanê tên pakêtkirin û tê Îraq û Kurdistanê."
Fûara 33y emîn a WorldFood Stenbol di 2ê Îlonê de li Navenda Fuarê ya TUYAPê dest pê kir.
Ji sed welatan 900 şirket beşdar bûn
Ji 100 welatên cîhanê zêdetirî 900 kompanyayên Xwirekê beşdar bûne. Hejmareke kompaniyên ji bajarên Kurdan jî amade ne.
Rêveberê Kompanyaya Altunkayayê Mehmet Şirin Altunkaya jî got:
"Şîrketa me nêzikî 50 salan li ser Xwirekê kar dike. Markayên me yên bi navê Altunsa, Mahmood, li gel birinc û çayê.
Li Herêma Kurdistanê jî fabrîkayên me hene û em li seranserê cîhanê jî bazirganiyê dikin."
Sektorên endustriya Xwirekê yên ji welatên wek Amerîka, Fransa, Îmarat, Misir, Rûsya, Hindistan, Gurcistan, Sûriye heta Koreya Başûr jî di fûarê de amade ne.
"Em ji bo berhemên xwe li Tirkiye û cîhanê bidin nasîn li vir in"
Berpirsê Kompanya Nature Farmê ya Koreya Başûr Kwon Cheongbo armanca xwe ya pêşangehê wiha bi lêv kir:
"Em berhemên xwe ji herêma Çondon ya Koreyê tînin. Em ji bo berhemên xwe yên ku ji xurmeyê çêdikin li Tirkiye û cîhanê bidin nasîn li vir in.”
Berpirsa kompanyayeke Romanyayê Dennis Vela, “Em ji Romanyayê ji bo serdana fûarê bikin hatine vir.
Kompanya me li ser fêkiyên hişkkirî ye. Ev fûar ji bo em firsendên nû bibînin û peywendiyan deynin dibe derfetek.”
Di fûarê de gelek berhemên nû yên Xwirek û teknolojî û înovasyonên dawî yên Xwirekê tên nîşandan. Eleqe û beşdariya bo fûarê tevî roja ewil jî gelekî zêde tê dîtin.
Xwediyê Kompanyaya Amanayê ya Sûriyeyê Mazen Derewan got, “Navenda Kompanya me li Şama Sûriyeyê ye.
Lê em berhemên xwe difroşin gelek welatan. Em bi Îraq û Herêma Kurdistanê re jî kar dikin.”
Bbihayê Xwirekan gelekî zêde ye"
Bazirganê ji Dîlokê Ehmed Şapul gazincên xwe yên ji bihayan wiha anî zimên:
“Em ji Entabê hatine vir. Em ji bo kek û biksivêt bikirin hatine. Lê bihayê Xwirekan gelekî zêde ye.”
Berpirsa Kompanyaya Bazara Meletiyê Gulşen Ardaliyê got, "Berhemên me yên xwemalî ne.
Ev 5 sal in em tevlî fûarê dibin. Em berhemên xwe difiroşin gelek welatên Ewropa û Rojhilata Navîn.”
Fûar wê 4 rojan dewam bike. Di bin 4 temayên sereke de wê bi pisporan re ji 30yî zêdetir çalakiyên tematîk bêne lidarxistin.
Kompaniyên Xwirekê ku tevlî Fûara Xwirekê ya Stenbolê bûne berhemên xwe û kompanyaya xwe bi beşdarên sektora Xwirekê ya cîhanê didin nasîn.
Ev fuara ku di warê Xwirek û teknolojiya nerhemên Xwirek de yek ji fûara herî bi prestîj e, wê heta 5ê îlonê li TUYAPa Stenbolê dewam dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse