DEM Partî dê biçe serdana Demîrtaş û Yuksekdagê

04-11-2025
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Selahattîn Demîrtaş Fîgen Yuksekdag Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME)
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partiyê ragihand ku dê sibe berpirsên wan biçin serdana Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdagê.

Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) bi daxuyaniyekê ragihand ku Hevseroka Giştî Tulay Hatimogullari û Parlamenterê Stenbolê Cengîz Çîçek dê li Girtîgeha Edîrneyê biçin serdana Selahattîn Demîrtaş.

Her wiha Parlamentera Erziromê Meral Daniş Beştaş jî dê li Girtîgeha Kandirayê biçe serdana Fîgen Yuksekdagê.

Hat diyarkirin ku piştî serdana Demîrtaş şande dê saet 14:00an li ber girtîgehê daxuyaniyekê bide çapemeniyê û Meral Daniş Beştaş jî dê piştî serdana xwe saet 15:00an daxuyaniyekê bide.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) doh îtiraza Tirkiyeyê ya derbarê biryara ji bo Demîrtaş red kiribû û piştî vê biryarê tê payîn ku Demîrtaş bê berdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst