Stenbol (Rûdaw) - Piştî ku serlêdana Tirkiyeyê ya li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hat redkirin, hêviyên ji bo berdana Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş û siyasetmedarên din ên Doza Kobaniyê zêde bûn.
Şandeyên DEM Partiyê çûn serdana Hevserokên berê yên HDPyê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdagê û daxwaza berdana wan kir.
Şandeyeke DEM Partiyê ya ku ji Hevseroka Giştî Tulay Hatîmogullari û Parlamenterê Stenbolê Cengîz Çîçek pêk dihat, li Girtîgeha Edîrneyê çû serdana Selahattîn Demîrtaş.
Her wiha Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Parlamentera DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş jî li Girtîgeha Kandirayê ya Kocaeliyê çû serdana Fîgen Yuksekdagê.
Piştî serdanê, Hatîmogullariyê li ber girtîgehê peyama Demîrtaş ji raya giştî re xwend.
Li gorî peyamê Demîrtaş gotiye, "Hêvî dikim ku komîsyon di demeke herî nêzîk de ji bo vekirina rûpeleke nû biçe serdana Ocalan."
Tulay Hatîmogullariyê her wiha anî ziman:
"Hevalên me ev 10 sal in bi awayekî nehiqûqî girtî ne.
Pêwîst e ev biryar demildest bên bicihanîn û ew bên berdan."
“Em dixwazin girtiyên xwe bigirin û ji vir biçin”
Meral Daniş Beştaşê jî piştî serdana xwe ya Yuksekdagê da zanîn:
"Êdî rê nemane. Ti astengî li pêşiya azadiya Demîrtaş û Yuksekdag nînin û ew dikarin îro jî bên berdan."
Li ber Girtîgeha Edîrneyê welatiyan bi hêviya berdana Demîrtaş govend gerand.
Dayîkeke Aştiyê got, "Divê Demîrtaş û hevalên wî bên berdan. Em dixwazin niha girtiyên xwe bigirin û ji vir biçin."
Dayîka Aştiyê Bedîa Gokgozê jî anî ziman, "Heger aştiyê dixwazin, lazim e berê girtiyên me yên siyasî berdin."
Li aliyê din, Serokê MHPyê Devlet Bahçelî gotibû ku "berdana Demîrtaş dê ji bo Tirkiyeyê wesîleya xêrê be" û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî gotibû:
"Ev der welatekî hiqûqê ye. Daraz çi bibêje em dê pêbend bin."
Piştî van daxuyanî û pêşhatan, tê payîn ku Dadgeha 22yemîn a Cezayên Giran a Enqereyê biryarekê bide û çav li berdana Demîrtaş û girtiyên Doza Kobaniyê ne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse