Hewlêr (Rûdaw) - Şandeyeke Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê çûye bajarê Strasbourgê yê Fransayê da ku li biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya derbarê berdana Selahattîn Demîrtaş îtiraz bike.
Yek ji parêzerên Demîrtaş ji Rûdawê re got ku îtiraza Tirkiyeyê bi fermî negihiştiye wan.
Ev demek e yek ji mijarên ku di raya giştî de herî zêde tê meraqkirin, berdana Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş e ku ji sala 2016an ve di çarçoveya Doza Kobaniyê de girtî ye.
Dem diqediya, şandeyek çû Strasbourgê
Yek ji mijarên ku van rojan gelek nîqaş li ser dihatin kirin ew bû ka dê Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê li dijî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya derbarê berdana Demîrtaş îtiraz bike an na, lewra dema ku dadgehê ji bo îtirazê dabû Tirkiyeyê 8ê Çiriya Paşîn a 2025an bi dawî dibû.
Li gorî zanyariyên şandeyek ji berpirsên Wezareta Dadê ji bo îtirazkirina li dijî biryarê çûye navenda Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya li bajarê Strasbourgê yê Fransayê.
Yek ji parêzerên Selahattîn Demîrtaş Mehmet Emîn Aktar îro ji Rûdawê re ragihand ku derbarê îtiraza Tirkiyeyê ya li dijî berdana Demîrtaş ti belgeyên bi fermî negihiştiye ber destê wan.
Aktar diyar kir ku eger Tirkiye îtiraz bike jî dibe ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê wê îtirazê red bike û got ku eger îtiraz hat redkirin biryara dadgehê teqez dibe û wê demê eger heye Demîrtaş bê berdan.
Daxwaza DEM Partiyê
8ê Çiriya Pêşîn a 2025an roja dawî ye Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ji bo îtiraza li dijî biryara xwe ya berdana Demîrtaş dabû Tirkiyeyê.
DEM Partiyê ji Tirkiyeyê xwestibû ku îtirazî biryarê neke û Demîrtaş û siyasetmedarên girtî yên Doza Kobaniyê demildest bên berdan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse