Li Tirkiyeyê çiqas xwendekarên biyanî hene?

05-05-2024
RÛDAW
Nîşan Xwendekarên Biyanî Yusuf Tekîn Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Perwerdeyê yê Tirkiyeyê Yusuf Tekîn ragihand ku li dibistanên seretayî ji 160 welatan milyonek û 6 hezar xwendekarên biyanî hene.

Li ser pêşniyarpirsa parlamenteran Wezîrê Perwerdeyê yê Tirkiyeyê Yusuf Tekîn bersiva pirsên derbarê xwendekarên biyanî yên li Tirkiyeyê da.

Yusuf Tekîn diyar kir ku ji 160 welatan milyonek û 6 hezar xwendekarên biyanî hene ku li dibistanên seretayî dixwînin.

Herwiha Tekîn da zanîn ku piraniya wan ji welatên wekî Sûriye, Îraq, Efxanistan, Îran, Rûsya, Azerbeycan, Ozbekistan, Misir, Qazaxistan û Turkmenistanê ne.

Wezîrê Perwerdeyê Tekîn amaje bi wê yekê daye ku mafê xwendinê bi peymanên navneteweyî û destûra bingehîn tê parastin û Tirkiye bûye navendeke perwerdeyê ya gerdûnî.

Piştî daxuyaniya Tekîn li ser medyaya civakî şiroveyên wiha hatine kirin ku zêdeyî 10 milyon koçber li Tirkiyeyê hene.

Li gorî amarên fermî, di sala xwendinê ya 2023-2024an de li Tirkiye û û Bakurê Kurdistanê 19 milyon û 904 hezar û 679 xwendekar hene.

15 milyon û 887 hezar û 296 xwendekar li dibistanên dewletê dixwînin.

Herwiha milyonek û 670 hezar û 729 xwendekar li dibistanên taybet dixwînin.

2 milyon û 346 hezar û 654 xwendekar jî bi awayê paralel û online dixwînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst