Ozgur Ozel: Ev şer êdî şerê demokrasî û otokrasiyê ye

05-07-2025
RÛDAW
Nîşan Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel CHP Recep Tayyip Erdoğani
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Ozgur Ozel, piştî operasyonên li ser şaredariyên partiya xwe, daxuyaniyeke tund da û ragihand ku têkoşîna li Tirkiyeyê êdî bûye “şerê demokrasî û otokrasiyê.”

Ozel rasterast bang li Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan kir û got, “Heger tu partiya yekem î, were em di 2ê Çiriya Paşîn de biçin hilbijartina pêşwext lê tu tirsonek î. Ji ber ku CHP partiya yekem e û tu her roj bi paş dikevî.”

Serokê CHPyê hişyarî da û diyar kir ku ew tehdîda derbeyê li kesî naxwin lê got, “Heger kesek hewl bide sindoqê ji destê milet bistîne, ev milet dê bi destên xwe sindoqê biparêze û vegerîne. Bila kes xwe neke mêrxas.”

Ozgur Ozel her wiha hikûmet bi gendeliyê tometbar kir û behsa hin berpirsên dadweriyê kir ku li gorî wî di nav gendeliyê de ne.

Wî amaje bi wê yekê jî kir ku wan wekî CHPyê daxwaza “Yasaya Exlaqê Siyasî” kiriye lê Erdogan bi xwe ew yasa asteng kiriye û gotiye, “Heger ev yasa derkeve, hûn nikarin serokekî navçe û bajaran jî bibînin.”

Serokê CHPyê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ew dê li hember zextan serî netewînin û got, “Ez li şûna ku bi îcazeta te bibim serok, ez dê bi namûsa xwe li Silivriyê li cem Serok Ekrem razêm.

Ozgur Ozel gefa xwenîşandanên girseyî xwar û got, “Min neçar neke ku vî miletî vexwînim kolanan.”

Berbanga îro, Serokê Şaredariya Edeneyê Zeydan Karalar, Serokê Şaredariya Antalyayê Muhîttîn Bocek û Serokê Şaredariya Semsûrê Abdurrahman Tutdere hatin desteserkirin.

Hat ragihandin ku di çarçoveya rêxistina tawanê ya Azîz Îhsan Aktaş de Serdozgeriya Stenbolê her sê şaredar jî di nav de ji bo 10 kesan biryara desteserkirinê daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst