RAPIRSÎ - Ji sedî 81ê Kurdên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê piştgiriya pêvajoyê dikin

05-07-2025
RÛDAW
Nîşan Navenda Lêkolînan a Rawestê Pêvajoya Çareseriyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Lêkolînan a Rawestê raporeke bi navê “Di Pirsgirêka Kurdan de Qonaxeke Nû” belav kir û li gorî rapirsiyê ji sedî 81ê Kurdên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê piştgiriya pêvajoyê dikin.

Rapirsiya Navenda Lêkolînan a Rawestê di navbera 13 û 23yê Gulana 2025an de li 21 parêzgeh û 56 navçeyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatiye kirin.

Netewe

Ji aliyê neteweyî ve, ji sedî 71ê beşdaran Tirk, ji sedî 21 Kurd, ji sedî 5 Ereb û ji sedî 3ê jî ji neteweyên din ên cuda ne.

Sal

Di rapirsiyê de ji sedî 39ê beşdaran di navbera 30-49 salî de ne.

Her wiha ji sedî 37ê wan di ser 50 salî re ne û ji sedî 24ê beşdaran jî di navbera 18 û 29 salî de ne.

Asta xwendinê

Kesên ku bawernameya wan ji amadehiyê kêmtir e ango amadehî neqedandine ji sedî 48ê beşdaran pêk tînin.

Ji sedî 29ê wan xwedî bawernameyeke bilindtir ji amadehiyê ne û ji sedî 23 jî xwedî bawernameya amadehiyê ne.

Kurd bi Erdogan, Bahçelî û Demîrtaş bawer in

Beşdarên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bersiva pirseke taybet a li ser Pirsgirêka Kurd da.

Ji sedî 41,1ê beşdaran di wê baweriyê de ne ku Pirsgirêka Kurdan heye.

Ji sedî 54,6 jî red dikin ku Pirsgirêka Kurdan heye.

Ji sedî 4,2 jî ti nêrînên wan li ser mijarê nînin û dibêjin ku ew nizanin.

Nêzîkî ji sedî 40ê xelkê bi Erdogan û Bahçelî bawer in.

Yek ji pirsên din ên rapirsiyê taybet bû bi wê yekê ku kîjan serkirde dikare Pirsgirêka Kurdan çareser bike.

Ji sedî 39,9ê beşdaran ji bo çareserkirina Pirsgirêka Kurdan bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî bawer in.

Ji sedî 16,5ê wan di wê baweriyê de ne ku Serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) Ozgur Ozel û Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu dikarin Pirsgirêka Kurdan çareser bikin.

Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaşê ku ji sala 2016an ve di girtîgehê de ye ji aliyê beşdaran ve bi rêjeya ji sedî 12,3 piştgirî lê hatiye kirin ku dikare Pirsgirêka Kurdan çareser bike.

Ji sedî 9,1ê beşdaran dibêjin ku Şaredarê Bajarê Mezin ê Enqereyê Mansur Yavaş dikare wê pirsê çareser bike û ji sedî 22,2 jî di wê baweriyê de ne ku ti serkirde nikare Pirsgirêka Kurdan çareser bike.

Ji sedî 23yê alîgirên DEM Partiyê bi Erdogan û Bahçelî bawer in

Di rapirsiyê de ji sedî 81ê alîgirên Hevpeymaniya Cumhur (AK Partî û MHP) di wê baweriyê de ne ku Erdogan û Bahçelî dikarin Pirsgirêka Kurdan  çareser bikin.

Her wiha ji sedî 10ê alîgirên CHPyê, ji sedî 23yê alîgirên DEM Partiyê û ji sedî 17ê alîgirên ÎYÎ Partiyê di rapirsiyê de diyar kiriye ku Erdogan û Bahçelî dikarin Pirsgirêka Kurdan çareser bikin.

Ji sedî 55ê alîgirên DEM Partiyê bawer dikin ku Demîrtaş Pirsgirêka Kurdan çareser dike

Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş yek ji wan siyasetmedarên Kurd e ku ji bo çareserkirina Pirsgirêka Kurdan cihê baweriya xelkê ye.

Di rapirsiyê de ji sedî 55ê alîgirên DEM Partiyê gotiye ku ew bawer dikin Demîrtaş dikare Pirsgirêka Kurdan çareser bike.

Demîrtaş ji aliyê ji sedî 5ê alîgirên AK Partî-MHPyiyan ve, ji sedî 12ê CHPyiyan ve û ji sedî 8ê alîgirên ÎYÎ Partiyê ve bawerî pê hatiye anîn.

Ji sedî 64,4 piştgirî dide Pêvajoya Çareseriyê

Pêvajoya Çareseriyê ya sala 2013an ji aliyê Recep Tayyîp Erdogan ve hatibû destpêkirin û vê carê jî Serokê MHPyê Devlet Bahçelî pêşengî jê re kir.

Ev pêvajo yek ji pirsên din ên rapirsiya Navenda Lêkolînan a Rawestê bû.

Bi giştî ji sedî 64,4ê beşdaran piştgiriya xwe ji bo pirsê nîşan da û ji sedî 22,5 jî ragihand ku ew piştgiriyê nakin.

Ji sedî 13,2 jî bêalî ne û ti nêrînên wan nînin.

Ji sedî 60ê Tirkan piştgiriyê didin Pêvajoya Çareseriyê û ji sedî 26 jî piştgiriyê nakin.

Nêrîna Kurdan a li ser Pêvajoya Çareseriyê

Ji sedî 81ê Kurdan piştgiriyê dikin û ji sedî 9 piştgiriyê nakin.

Birêveçûna Pêvajoya Çareseriyê

Li gorî rapirsiya Rawestê, ji sedî 41,7 di wê baweriyê de ne ku pêvajo dê bi serkeftî bi rê ve biçe û ji sedî 29,9 jî bawer dikin ku dê têk biçe.

Di heman demê de Ji sedî 29,1ê beşdaran ti nêrînên wan nînin.

Kî Pêvajoya Çareseriyê serkeftî dibîne?

AK Partî: Ji sedî 70

DEM Partî: Ji sedî 49

MHP: Ji sedî 49

ÎYÎ Partî: Ji sedî 22

CHP: Ji sedî 16

Kî Pêvajoya Çareseriyê wekî têkçûyî dibîne?

CHP: Ji sedî 55

ÎYÎ Partî: Ji sedî 53

DEM Partî: Ji sedî 29

MHP: Ji sedî 17

AK Partî: Ji sedî 6

Ji sedî 42ê Tirkan bawer dikin ku PKK dê çekan deyne

Di rapirsiyê de pirsa derbarê çekdanîna Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji beşdaran hatiye pirsîn.

Ji sedî 46 bawer dikin ku PKK dê çekan deyne an jî dibêjin piraniya gerîlayan dê çekan deynin.

Her wiha ji sedî 45 bawer dikin ku PKK dê çekan daneyne an jî dibêjin beşeke kêm ji wan dê çekan deynin. Ji sedî 9 jî ti nêrînên wan li ser mijarê nînin.

Rêjeya ji sedî 42yê Tirkên ku beşdarî rapirsiyê bûne bawer dikin ku PKK dê çekan deyne, ji sedî 51 jî dibêjin dê çekan daneyne.

Her wiha ji sedî 63yê Kurdan bawer dikin ku PKK dê çekan deyne û ji sedî 23 jî dibêjin dê çekan daneyne.

“Gelo pêvajo ji bo çi û kîjan aliyî baş e?”

Ji sedî 60 bawer dikin ku pêvajo ji bo ewlehiya Tirkiyeyê baş e û ji sedî 26 jî dibêjin zererê dide ewlehiyê û ji sedî 14 jî bêalî ne.

Pêvajo ji bo neteweyên Kurd û Tirk

Her wiha ji sedî 58 bawer dikin ku pêvajo ji bo Tirkan baş e, ji sedî 23 berovajî vê yekê rast dibînin û ji sedî 19 jî di vê mijarê de bêalî ne.

Her wiha ji sedî 61 bawer dikin ku Pêvajoya Çareseriyê sûdê dide Kurdan û ji sedî 16 jî dibêjin ji bo Kurdan xirab e û ji sedî 23 jî bêalî ne.

Pêvajo ji bo AK Partî û DEM Partiyê

Di rapirsiyê de ji sedî 60ê beşdaran di wê baweriyê de ne ku Pêvajoya Çareseriyê di berjewendiya AK Partiyê de ye û ji sedî 22 jî dibêjin pêvajo li dijî AK Partiyê ye û ji sedî 18 jî ti nêrînên wan nînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst