Hewlêr (Rûdaw) - Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu dibêje, hikûmet hewl dide partiyeke nû ava bike û HDPê lawaz bike.
Kemal Kiliçdaroglu, Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) ku partiya herî mezin a opozisyona Tirkiyê ye, ji malpera T24 a Tirkiyê re dawîn pêşhatên li wî welatî nirxandin û behsa “planeke desthilatê li dijî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)” kir.
Serokê CHPê dibêje, hikûmeta Tirkiyê piştî ku nekarî HDPê bikêşe aliyê xwe, niha ketiye nav hewldanên avakirina partiyeke nû ku “ev jî bi mebesta perçekirina HDPê.”
Kiliçdaroglu da xuyakirin ku pilanke li dijî HDP heye piştî ku desthilatê nekarî HDP bixe bin destê xwe niha kar dike ku partiyeke din damezirîne û HDP lawaz bike.
Serokê CHPê diyar dike ku desthilat dixwaze gotûbêjeke veşartî bi Îmraliyê re dest pê bike bo damezirandina partiya nû.
Serokê CHP dibêje ev gotin ne şirovene , ew zaniyarî ne ku belav dike, herwiha dibêje sedema ku Demirtaş nayê azadkirin ev e ku desthilat dizane Demirtaş vê bibe asteng li pêşiya vê projeya wan.
Kiliçdaroglu dibêje desthilat dixwaze bi vê yekê hevpeymaniya opozisyonê lawaz bike ku dengên opozisyonê winda bibin û belav bibin û hişyariyê jî dide, “di ti kes nekeve vê xefikê û her kes bi baldarî tevbigere.”
Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu jî roja 4ê Mijdara 2020an gotibû, “Dixwazin tifaqa Mîlet perçe bikin. Ji bo avakirina partiyeke Kurdî ya bibe alternativê HDP dest bi liv û tevgeran kirin. Ez vê baş dizanim. Medyaya nêzîkî desthiltdarî fam kir ku nikarin tiştek ji me bikin. Ji bo avakirina partiyeke nû gelek pere xerc dikin. Dibêjin were pere amade ye.”
Ev di demekê de ye ku Serokê Şaredariya Agirî Savcî Sayan jî roja 18ê meha borî gotibû, siyasetmedarên Kurd li hemberî HDPê partiyeke nû ava dikin û dê piştgiriya hevpeyamaniya Cumhur bike.
Sayan gotibû, “Siyasetmedarên Kurd ên muhafezekar, li hemberî HDPê û terorê red dikin û piştevanên yekîtî û hevgirtina welat, partiyeke nû ava dikin û dê piştevaniya tifaqa Cumhur bikin. Ev agahiyeke nû û teqez e.”
Nivîskar Yehya Munîs derbarê vê mijarê de ji Rûdawê re ragihandibû, “Em dixwazin saziyekê ava bikin ku pirsgirêkên Kurdan bi Tirkiye, xelkê Tirkiyê û cîhanê bidin qebûlkirin” û dibêje, “Mixatabê me ne hikûmet lê xelkê Tirk e, em dê li gel saziyên Tirkan bicivin û ji pirsa Kurd agahdar bikin.”
Derbarê cudahiya hereketa nû ji partî û saziyên heyî yên Kurdan de, Munîs dibêje, “Saziya me ne partiyeke sîyasî ye. Em dixwazin saziyekê çê bikin, navendekê çê bikin. Li wê navendê pirsgirêkên Kurdan tespît bikin û li gor wê stratejiyekî danin û çareser bikin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse