Sezgîn Tanrikulu: Ji ber ku Kurd im ez bûm hedef

09-10-2023
RÛDAW
Parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) yê ê Amedê Sezgîn Tanrikulu  / Wêne: ANKA
Parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) yê ê Amedê Sezgîn Tanrikulu / Wêne: ANKA
Nîşan Sezgîn Tanrikulu CHP Amed Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) yê Amedê Sezgîn Tanrikulu got, ji ber ku ew Kurd e û mafê mirovan diparêze, hinek endamên partiya wî ew kiriye armanc.

Kongreya CHPê ya Stenbolê duh hat lidarxistin û di kongreyê de Parlamenterê CHPyê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu jî axivî.

Sezgîn Tanrikulu bi bîr xist ku berî demekê kampanya lînckirinê li hemberî wî hatiye destpêkirin û got ku ew sedemê jî dizane.

"Ez her tim hatime lînckirin û bûme armanc"

Tanrikulu amaje bi wê yekê kir ku hinekan zemîna wê yekê ava kiriye û got:

“Di vê pêvajoyê de ji dema ez beşdarî CHPyê bûm û heta niha ji aliyê AK Partiyê û madyaya wê ve ez her tim hatime lînckirin û bûme armanc. Di heman demê de mixabin ez rûbirûyî gotinên kîn û nefretê ya grupeke endamên partiya xwe jî bûme.

Hûn dizanin ew çi bû? Wan ji min re digot, 'Çi karê te heye di nava CHPyê de.' Min ev gotin gelekî bihîstin. Wan digot tu ewqasî zîrek î here li memleketê xwe bibe parlementer.

Ez niha ji parlementerên Stenbol dipirsim û ji partiya me dipirsim bi rastî çend parlementerên me yên bi esil ji Stenbolê bin hene? Lê di nava partiya me de ev nerazîbûn tenê li hemberî min çêbû.”

Tanrikulu derbarê sedema nerazîbûnên li hemberî xwe got:

“Ew ji ber wê yekê bû, yek ji ber ez parêzvanê mafê mirovan bûm û duyem jî ji ber ez Kurd bûm. Ez niha jî li dijî wê zihniyetê şer dikim.”

Çi bûbû?

Parlamenterê Amedê Sezgîn Tanrikulu ku di heman demê de parêzer e bi rêya telefonê beşdarî bernameyeke televîzyonî bibû û behsa beşek ji tawanên artêşa Tirkiyeyê yên di salên 80 û 90î de kiribû.

Tanrikulu ku bi xwe parêzerê beşek ji dosyeyên wan tawanan e û wan dosyeyan li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dişopîne gotibû:

“Artêşa Tirk li dadgehê bi wê yekê tohmetbar e ku di sala 1993yan de li gundê Nederanê yê navçeya Pasûrê ya Amedê 15 gundî ji helîkopterê avêtine.”

Tanrikulu da zanîn ku doza avêtina wan 15 gundiyan ji helîkopterê bi biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê yekalî bûye û Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê gundê wan jî şewitandiye û bombebaran kiriye.

Gotinên Sezgîn Tanrikulu di nav mêvanên di bernameyê de, bûn sedema nerazîbûnan.

Tanrikulu herwiha anîbû zimên ku artêşa Tirkiyeyê, li Bakurê Kurdistanê li hemberî Kurdan çendîn tawanên din jî kirine.

Piştî wê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nîqaşeke zêde li ser gotinên Sezgîn Tanrikulu çêbûbû.

Bi taybetî jî aliyên hikumetê û nijadperst Sezgîn Tanrikulu ji ber van gotinan kiribûn armanc.

Berdevkê CHPyê Faik Oztrak gotibû:

“Gotinên Parlamenterê Amedê Sezgîn Tanrikulu yên li ser Hêzên Çekdar ên Tirk de ku roniya çavê miletê me ye, tohmetbar dike nayên qebûlkirin.

Li aliyê din, hinek alî jî piştgiriyê didin wî parlamenterê CHPyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst