Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha 14emîn a Cezayê ya Asliyeyê ya Mêrsînê bi tohmeta “heqareta li Serokkomar” salek û 5 meh û 15 roj cezayê girtîgehê li Hevserokê Giştî yê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş birî.
Rûniştina biryarê ya doza ku Selahattîn Demîrtaş, ji ber axaftinên xwe yên di navbera salên 2015-2016an de bi tohmeta 'heqareta li serokkomar' dihat darizandin, hat dîtin.
Demîrtaşê ku li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye, beşdarî rûniştina dozê ya li Dadgeha 14emîn a Cezayê ya Asliyeyê ya Mêrsînê nebû lê parêzerên wî amade bûn.
Cezayê girtîgehê
Dadgehê bi hinceta ku Demîrtaş di axaftinên xwe yên li Mêrsîn û Amedê de sûcê 'heqareta li hemberî serokkomar' kiriye, salek û 5 meh û 15 roj cezayê girtîgehê lê birî.
Parêzerên Demîrtaş diyar kir ku ji ber daxwazên wan ên di rûniştina berê de pêşkêşî dadgehê kiribûn, wan nekariye li dijî nêrîna dozger parastina xwe amade bikin û daxwaza demeke zêde kir.
Dadwer, bi hinceta ku di rûniştina berê de dem hatiye dayîn, ev daxwaz red kir.
Li ser vê yekê parêzeran diyar kir ku mafê parastina adilane hatiye binpêkirin û daxwaza 'redkirina dadwer' kir.
Ev daxwaz jî ji aliyê dadwer ve hat redkirin.
Dadgehê da zanîn ku daxwaza Demîrtaş a ji bo beşdarbûna rûniştinê bi hinceta 'ewlehiyê' nehatiye qebûlkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse