Hevseroka DEM Partiyê: Bi zimanê gefê ev pêvajo nayê birêvebirin

Duh li 02:40
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Tulay Hatîmogullari Pêvajoya Çareseriyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê derbarê pêvajoya çareseriyê got, “Bi zimanê gefê ev pêvajo nayê birêvebirin û biratiya Kurd û Tirkan pêk nayê.”

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari îro di civîna koma partiya xwe de axivî.

Tulay Hatîmogullariyê destnîşan kir ku divê bi lez li Parlamentoya Tirkiyeyê yasayên pêwîst ên ji bo pêvajoya çareseriyê bên amadekirin û Komîsyona parlamentoyê li gorî vê yekê rapora xwe amade bike.

"Gefan li HSDyê dixwin"

Hatîmogullariyê bal kişand ser daxuyaniyên rayedarên Tirkiyeyê yên li hemberî Kurd û pêkhateyên din ên li Sûriyeyê û got:

"Gefan li HSD, Kurd û hemû pêkhateyên li herêma xweser dijîn dixwin. Dibêjin xwe radest bikin.

Em jî ji vê derê dipirsin, heta niha kîjan pirsgirêk bi hişmendiya xweradestkirinê hatiye çareserkirin?"

"Rejîma Şer neparêzin"

Hevseroka DEM Partiyê amaje bi desthilata nû ya Sûriyeyê kir û wiha pê de çû:

"Ma qey hûn nizanin ku hişmendiya hikûmeta demkî nijadperest û mezhebî ye?

Tevî ku hîn jî li hemberî Elewî û Durziyan komkujî tên kirin, ev banga we ya ji bo Kurdan tê çi wateyê?

Tevî vê rastiyê banga xweradestkirinê ji bo Kurdan ne biratî ye, ne alîgiriya wekheviyê ye û ne jî dadmend e.

Binêrin Kurd ji Rojava destê xwe dirêjî we dikin. Ji aliyê din ê sînor Kurd destê xwe dirêjî me dikin û dilê xwe vedikin.

Êdî rejîma Şer a ku cudahiyan tune dihesibîne li dijî Kurdan neparêzin."

Peyama Ocalan û bersiva Guler

Hatîmogullariyê bi bîr anî ku Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan peyameke aştiyê daye û got:

"Birêz Ocalan beriya sersalê girêdayî Sûriyeyê peyameke aştiyê da. Piştî çend demjimêran Wezîrê Parastinê Yaşar Guler gef li HSDyê xwarin.

Em careke din dibêjin dest ji zimanê gefê berdin. Ev pêvajo bi zimanê gefê nayê pêşvebirin.

Pêwîstiya xelkên Sûriyeyê bi me heye, ne ku hûn gefan li wan bikin."

Bangî MHPyê kir

Hevseroka DEM Partiyê di dawiya axaftina xwe de bangî birêvebiriya MHPyê jî kir:

"Ez li vê derê bangî birêvebiriya MHPyê jî dikim, zimanê gefê aştiyê nayîne herêmê.

Pêwîstiya me bi serdemeke wiha heye ku çek nebin û rêya diyalogê vekirî be. Gelekî girîng e ku hemû alî bi vê berpirsiyariyê tevbigerin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst