Îhsan Aktaş: Ji sedî 85ê xelkê piştgiriyê dide pêvajoya 'Tirkiyeya bêteror'

06-07-2025
RÛDAW
Îhsan Aktaş\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Îhsan Aktaş\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Îhsan Aktaş Pêvajoya Çareseriyê Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Navenda Lêkolînan a GENARê Îhsan Aktaş diyar kir ku pêvajoya nû ji destpêkê ve bi awayekî rast birêve diçe û li gorî çarçoveya ku Abdullah Ocalan diyar kiriye dimeşe.

Îhsan Aktaş her wiha amaje bi wê yekê dike ku PKK di mijara çekdanînê de ne xwedî kompleks e û Îran jî dê di vê mijarê de bi Tirkiyeyê re hevkariyê bike.

Serokê Navenda Lêkolînan a GENARê Aktaş ragihand ku pêvajo dikare bi têgeheke berfirehtir wekî "herêma bêteror" jî were pênasekirin.

Aktaş beşdarî tevlî Bultena Rûdawê bû û behsa pêşhatên dawî yên pêvajoyê kir.

Serokê Navenda Lêkolînan a GENARê Aktaş got, "Ev pêvajoya Tirkiyeya bêteror ku em dikarin wekî herêmeke bêteror jî bi nav bikin, ji roja ku dest pê kiriye ve bi awayekî rast birêve diçe."

Piştgiriyeke derasayî ji aliyê partiyan ve

Îhsan Aktaş bal kişand ser asta piştgiriya ji bo pêvajoyê û got: "Hem alîgirên AK Partiyê, hem alîgirên Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) û hem jî alîgirên DEM Partiyê bi awayekî derasayî piştgiriyê didin pêvajoyê.

Piştgiriya partiyên din jî sînordar e."

Serokê Navenda Lêkolînan a GENARê Aktaş tekez kir ku piştgiriya gel di asteke bilind de ye û got: "Di lêkolînên ku me kirine de, alîgirên MHP, AK Partî û DEM Partiyê bi rêjeya ji sedî 85 piştgiriyê didin pêvajoyê."

"Pêvajo li gorî çarçoveya Abdullah Ocalan birêve diçe"

Îhsan Aktaş da zanîn ku pêvajo li gorî çarçoveya ku Abdullah Ocalan diyar kiriye didome û got,"Ji aliyê din ve, ji roja ku Abdullah Ocalan ew çarçove diyar kiriye, mesele di vê rêyê de didome."

Lêkoler Aktaş amaje bi hevdîtina Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û şandeya DEM Partiyê kir û got,"Beriya niha jî dema ez beşdarî weşana we bûm, min gotibû ku eger pêvajo ji sedî not negihîşta wê qonaxê, ew hevdîtin pêk nedihat."

Li Parlamentoyê dê lijneyek were avakirin, hevdîtinên Îmraliyê dê bidomin

Îhsan Aktaş derbarê pêngavên ku dê di pêşerojê de werin avêtin jî wiha got:

"Niha hem dê şandeya DEM Partiyê bi Abdullah Ocalan re bicive, hem jî dê bi Birêz Serokkomar re hevdîtinê bike. Li aliyê din, li Parlamentoyê lijneyek tê avakirin.

Her wiha şanda DEM Partiyê dê careke din biçe Îmraliyê."

Pêngaveke hêja ji bo herêmê

Aktaş tekez kir ku pêvajo ne tenê ji bo Tirkiyeyê lê ji bo tevahiya herêmê girîng e û got:

"Wisa diyar e ku ev çarçoveya ku bi awayekî dualî hatiye diyarkirin, gav bi gav bi pêş ve diçe û ev yek ji bo Îraq, Sûriye û Tirkiyeyê û bi tevahiya herêmê pêngaveke gelekî hêja ye."

"PKK di mijara çekdanînê de ne xwedî kompleks e"

Serokê Navenda Lêkolînan a GENARê helwesta PKKyê ya derbarê çekdanînê de jî nirxand û got:

"Komên radîkal û marjînal ên çepgir, wekî MLKPyê PKK rexne kirin ku çima çekan datîne.

Bersiva Dûran Kalkan di wateya wê de ye ku PKK ji ber çekdanînê xwedî kompleks nîne."

Aktaş gotina Dûran Kalkan a "Ma em dê heta qiyametê li çiyê bimînin?" bi bîr xist û got ev nêzîkatî gelekî girîng e.

Helwesta hevpar a li dijî Îsraîlê

Aktaş diyar kir ku daxuyaniyên Ocalan û hin rayedarên PKKyê yên li dijî Îsraîlê jî gelekî hêja ne û got:

 "Ango hem dewleta Tirkiyeyê û hem jî aliyê DEM Partiyê dê li dijî destwerdana komplogerên navneteweyî û hêzên biyanî derkevin. Ez vê yekê jî gelekî hêja dibînim.

Ez bawer nakim ku bandoreke mezin a provokasyonan hebe, heta ku îradeya ku pêvajoyê birêve dibe xurt be.

Em dizanin ku PKK ji aliyê hiyerarşiyê ve rêxistineke gelekî tund e. Dibe ku rêxistinên biçûk ên di bin sîwana wê de wek MLKP hewl bidin tiştinan bikin lê êdî navê vê yekê nabe PKK."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst