Dewlet dê 5 hezar dolaran wekî tezmînat bide parlamentera berê ya HDPyê

06-08-2025
Nîşan Huda Kaya Tezmînat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Destûrê ya Tirkiyeyê biryar da ku parlamentera berê ya HDPyê Huda Kaya ku ji ber “Bûyerên Kobaniyê” hatibû girtin, bi awayekî neyasayî hatiye girtin û divê dewlet 200 hezar lîre qerebû bide wê ku dike nêzîkî 5 hezar dolar.

Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê, sala 2014an ji ber bangên medyaya civakî yên di çarçoveya bûyerên Kobaniyê (6-8ê Çiriya Pêşîn) de, derbarê endamên Lijneya Birêvebirya Navendî ya HDPyê lêpirsîn dabû destpêkirin.

Derbarê Huda Kaya ku wê demê Parlamentera HDPyê bû jî fezleke hat amadekirin û di îdîanameyê de hat îdiakirin ku Huda Kayayê "propagandaya PKK/KCKê kiriye" û "ji bo bûyerên 6-8ê Çiriya Pêşîn gel teşwîq kiriye.”

Di lêpirsînên ku hatin destpêkirin de, her çend hat diyarkirin ku Kaya di dema bûyeran de li Mûşê li konferansekê bû jî derbarê wê biryara qedexeya derketina derveyî welat hat dayîn.

Di pêvajoyê de dosyeya Kayayê ya li Enqerê û dosyeya li Amedê kirin yek dosye, lê piştre dîsa ji hev hatin veqetandin.

Sala 2023an derbarê wê biryara “qeçaxiyê”(nayê dîtin) hat dayîn û biryara girtinê hat dayin.

Kaya 1ê Çiriya Paşîn a 2023an li Balafirgeha Stenbolê hat desteserkirin û ji aliyê dadgeha Enqereyê ve hat girtin.

Heman rojê, biryara sînordarkirinê li ser dosyeya lêpirsînê hat danîn.

Huda Kaya 25ê Hezîrana 2024an hat berdan û piştre serî li Dadgeha Destûrê da.

Di serlêdanê de ragihand ku ji ber neyasayîbûna tedbîrên girtinê û sînordarkirina gihiştina dosyeya lêpirsînê mafê wê yê azadî û ewlehiya kesane hatiye binpêkirin.

Parêzerê Kaya herwiha got, ji ber ku pêştir ji ber heman bûyerê hatibû darizandin nabe kesek ji ber sûcekî dubare bê darizandin.

Dadgeha Destûrê biryara binpêkirinê da

Dadgeha Destûrê biryar da ku Parlamentera berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Huda Kaya ku ji ber bûyerên 6-8ê Çiriya Pêşîn hatibû girtin, bi awayekî neyasayî hatiye girtin û sînordarkirina gihiştina dosyeya lêpirsînê binpêkirina mafan e.

Dadgehê biryar da ku dewlet 200 hezar lîreyên Tirkî qerebûya manewî bide Kaya ku dike nêzîkî 5 hezar dolaran.

Her wiha ji ber ku derbarê zerara madî de ti belge nehatibûn pêşkêşkirin Dadgeha Destûrê daxwaza qerebûya madî red kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst