Berpirsê IYI Partî yê Sakaryayê bêrêzî li Ala Kurdistanê kir

06-09-2020
RÛDAW
Nîşan Tirkiye IYI Partî Sakarya Ala Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Bêrêziya Serokê Şaxa Parêzgeha Sakarya ya IYI Partiyê, heman parêzgeha ku roja bihorî lê êrîşî karkerên Kurd hatibû kirin, li hember Ala Kurdistanê ku di civîna Wezîrê Derve yê Tirkiyê û Serokê Herêma Kurdistanê de hatibû danîn, rastî gelek bertekan hat.

Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî li ser vexwandineke fermî roja 4ê Îlonê serdana Tirkiyê kir û destpêkê li gel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu û paşê jî li gel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan civiya.

Di civîna şanda Kurdistanê û Mevlut Çavuşoglu de, tevî alên Iraqê û Tirkiyê, Ala Kurdistanê jî li ser maseyê hatibû danîn û vê yekê bala gelek medyayan kişand.

Li hundirê Tirkiyê jî danîna Ala Kurdistanê li ser sosyal medyayê û di nava kesayetên siyasî de jî bû rojevek germ.

Serokê Şaxa Parêzgeha Sakarya ya IYI Partiyê, Selçuk Kiliçarslan rexne li danîna Ala Kurdistanê di civîna navbera şanda Herêma Kurdistanê û Çavuşoglu de digire û bêrêziyê bi Ala Kurdistanê dike û weke “pîne perû” bi nav dike.

Selçuk Kiliçarslan li ser twittera xwe nivîsandiye: “Xwarin çi heye cenabê wezîr, şorbeya pîne ye?”

 

Li ser van gotinan û bêrêziya ku li hember Ala Kurdistanê kiriye, gelek bertek li ser medyaya civakî çê bûn.

Parêzer, Nedîm Avcî, parêzerê ji Baroya Hiqûqê ya Gola Wanê li hember wê bêrêziyê nerazîbûna xwe nîşan daye û wêneyên civînên Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî yên li gel Serokê Amerîkayê Donald Trump, Serokê Fransayê Emmanuel Macron û Berpirsa Nûneratiya Netewên Yekgirtî li Iraqê, Jeanine Hennis-Plasschaert li ser twittera xwe belav kiriye û gotiye: “Ala ku tevahiya cîhanê qebûl kiriye, tenê ji ber ku ya Kurdan e, hûn tehemul nakin. Yê ku tehemula alê nîne, helbet ku hovane êrîş dike. Ji ber wê ye ku em ji hovîtiya li Sakaryayê matmayî namînin, lê em ji bîr nakin jî.”

 

Operastor Dr. Ferîdun Baysal jî beşa taybet bi Herêma Kurdistanê ya wikipediayê li ser twittera xwe belav kiriye û gotiye: “Ji bo kesên ku mijarê nizanin û diaxivin û dinivîsin, dayîna zanayriyên ji wikipediayê pêwîst e. Li ser maseya ku wezîrê me yê derve rûniştiye, yek ji alên heyî, ala Rêveberiya Herêma Kurdistanê ye. Em jî weke welat, siyaseta navdewletî muxabetê me ye. Ji ber wê yekê rewşeke xerîb nîne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst