Kiliçdaroglu: Tirkiye li ser heq bû lê Erdogan em neheq derxistin

06-11-2019
Nîşan Çarenivîsa Rojava Tirkiye Kemal Kiliçdaroglu Qeyûm
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu piştgirî da êrişa Tirkiye ya li ser Rojavayê Kurdistanê û ragihand, ku ew “operasyon” di çarçoveya hiqûqa navnetewî de weke mafê rewa bo “berevaniya netewî ya Tirkiyê” hate encamdan, lê ji ber polîtikayên şaş ên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, ku ev operasyon weke fethê nîşanî cîhanê da, niha Tirkiye li ber çavên cîhanê weke aliyê neheq xuya dibe.

Serokê Giştî yê CHPê Kemal di civîna fraksiyona partiya xwe de behsa êrişa Tirkiye bo ser Rojavayê Kurdistanê, mijara qeyûm û çend mijarên din ên rojeva Tirkiyê kir.

Kemal Kiliçdaroglu polîtikaya hikûmeta Tirkiyê ya bo Sûriyê rexne kir  û got: “Polîtikaya Sûriye niha bûye weke çiravê û ji vê polîtikayê herî zêde Tirkiye zerarê dibîne.”

Kiliçdaroglu dibêje ku Tirkiyê di çarçoveya hiqûqa navnetewî de weke mafeke rewa “Operasyona Kaniya Aştiyê” li dijî Rojavayê Kurdistanê dan destpêkirin, lê ji ber ku operasyon weke fethe hat nîşandan, niha li cîhanê ew weke aliyên neheq xuya dibin.

Derbarê şerê dijî DAIŞê de jî Kiliçdaroglu hikûmeta Tirkiyê rexne dike ku bi awayeke cidî li dijî rexistina DAIŞê tevnegeryane û got: “Bi hezararan militan ji cîhanî bi rêya Tirkiyê derbasî Sûriyê bûne û tevlî refên DAIŞê bûne, Tirkiyê li ber vê yekê çavên xwe girtine. Eger Tirkiyê têkoşîna li dijî DAIŞê bikiriya rojeva xwe ya serek niha pêgeha wê li Neteweyên Yekbûyî bihêztir ba, lê mixabin nekir.”

Mijara danîna qeyûman bo ser şaredariyên bajarên Bakurê Kurdistanê, rojeveke din a Kiliçdaroglu bû û derbarê vê yekê de jî got: “Me danîna qeyûman rexne kir. Tu ji dozger dipirsî ‘gelo pirsgirêk heye têkeve hilbijartinan’ dibêje ‘ti astengî nîne dikare beşdarî hilbijartinan bibe.’ Piştre jî wan ji kar dûr dixin û li şûna wan qeyûma danin. Tu bi çi hincetê qeyûma tayîn dikî.”

Derbarê Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Adnan Selçuk Mizraklî hatibû ragihand ku ew 10saetan bi kelemçekirî maye.

Serokê Giştî yê CHPê derbarê vê yekê de jî got ku nabe kesekî hatibe hilbijartin 10 saetan bi kelemçekirî bimîne û wiha pê de çû: “Ev yek li dijî demokrasiyê ye. Dibe nêrînên me ji hev cuda bin, lê ew jî mirov im û ew jî mirov in. Ez demokrasiyê dixwazim divê ew jî bixwazin, ez ji ala xwe hez dikim, divê ew jî ji ala me hez bikin. Nabe em tenê demokrasiyê ji bo xwe bixwazin, divê em ji bo hersê bixwazin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst