Hewlêr (Rûdaw) - Nivîskarê rojnameya Hurriyetê Abdulkadîr Selvî di nivîsa xwe ya îro de îdia kir ku ji bo berdana Demîrtaş rojên bi hejmar mane û Erdogan di vê mijarê de helwesteke erênî nîşan daye.
Nivîskarê rojnameya Hurriyetê Abdulkadir Selviyê ku bi nêzîkbûna xwe ya bi desthilatê re tê naskirin, di nivîsa xwe ya îro de derbarê berdana Hevserokê Giştî yê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş agahî dan.
Selvî di nivîsa xwe de diyar kir ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di sohbetên beriya civîna koma partiya xwe ya li parlamentoyê de, li hemberî berdana Demîrtaş nêzîkatiyeke erênî nîşan daye.
“Êdî rêya Demîrtaş xuya kir”
Selvî wiha got, “Dema ku Serokkomar Erdogan beşdarî civîna koma partiya xwe bû ez li ser mijara Demîrtaş bi kesekî girîng re axivîm.
Dema ku agahî da min ku dê Erdogan daxuyaniyeke erênî bide, min bala xwe da mijarê.
Piştî civînê pirsa Demîrtaş ji Erdogan hat kirin. Wî got, 'Ev welat welatê dadweriyê ye, dadwerî çi bibêje em dê li gorî wê tevbigerin'.
Erdogan bi awayekî erênî nêzîkî berdana Demîrtaş bû."
Selvî her wiha gotinên Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî yên ku gotibû, "Berdana Selahattîn Demîrtaş dê bibe wesîleya xêran" bi bîr anîn û got, "Êdî rêya Demîrtaş xuya kir."
Pakêteke azadiyê tê amadekirin
Selvî, di nivîsa xwe de diyar kir ku di nav desthilatê de amadehiyên “pakêteke azadiyê” hene û wiha pê de çû:
"Di nav AK Partiyê de kesên ku dibêjin 'Ka em rûpeleke nû vekin. Em tenê bi Demîrtaş nemînin. Em rêya berdanê ji bo navên wekî Osman Kavala yên ku di civakê de li benda wan in jî vekin' hene.
Nêrîna 'Bi vî awayî em atmosfereke azadîxwaz pêk bînin' tê gotin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse