Fatîh Erbakan: Eger pir dixwaze bila Bahçelî biçe Îmraliyê

06-11-2025
RÛDAW
Nîşan Fatîh Erbakan Partiya Yenîden Refahê Girava Îmraliyê Devlet Bahçelî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Yenîden Refahê Fatîh Erbakan diyar kir ku eger Serokê MHPyê Devlet Bahçelî pir dixwaze bila ew biçe Girava Îmraliyê.

Fatîh Erbakan bi tundî li dijî daxuyaniyên Devlet Bahçelî yên derbarê çûna Komîsyonê ya bo Îmraliyê derket.

Erbakan got, "Eger ew qasî dixwaze biçe, me berê jî gotibû bila Birêz Bahçeliyê ku di vî warî de ew qasî bi kelecan e, biçe Îmraliyê û hevdîtinê bike."

Serokê Partiya Yenîden Refahê beriya 3yemîn Kongreya Asayî ya partiya xwe li Enqereyê bi rojnamegeran re civiya û got:

"Me berê jî gotibû ku çûna Komîsyonê ya Îmraliyê ne guncav e. Têgihiştina 'Îmralî nekarî bê parlamentoyê, nexwe em parlamentoyê bibin Îmraliyê' nêzîkatiyeke rast nîne."

“Divê Demîrtaş bê berdan”

Erbakan derbarê îhtimala berdana Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş û biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) de jî got:

"Eger wekî dewlet hatibe beyankirin ku dê li gorî biryarên DMMEyê tevbigere, divê em li gorî hiqûqê tevbigerin.

Ji ber vê yekê, dê guncav be ku Selahattîn Demîrtaş bê berdan."

Fatîh Erbakan her wiha amaje bi îhtimala tifaqê ya bi Partiya Paşerojê û Partiya Saadetê re jî kir û got ku ji bo hilbijartinên parlamenteriyê îhtimala hevkariyê dikare bê nirxandin lê niha di vî warî de ti gaveke berbiçav nehatiye avêtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst