Peyama Serok Barzanî li Stenbolê hat xwendin: ‘Em bi dilgermî piştgiriyê dikin’

11 demjimêr berê
RÛDAW
Amîna Zikriyê peyama Serok Barzanî xwend / Wêne: Rûdaw
Amîna Zikriyê peyama Serok Barzanî xwend / Wêne: Rûdaw
Nîşan Serok Barzanî Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî Pêvajoya Çareseriyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Amîna Zikriyê di "Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî" de ku li Stenbolê hat lidarxistin, peyama Serok Mesûd Barzanî gihand beşdaran.

Di peyamê de piştgiriya tam ji bo pêvajoya çareseriyê hat nîşandan.

"Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî" ku ji aliyê DEM Partiyê ve li Navenda Çandê ya Cem Karacayê ya li Stenbolê tê lidarxistin, bi beşdariya şandeyeke bilind a Herêma Kurdistanê, siyasetmedar, hiqûqnas û çalakvanên navneteweyî berdewam dike.

Peyama Serok Barzanî: Diyalog ji şer baştir e

Nûnera Serok Barzanî û Endama Ofîsa Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Amîna Zikrî di destpêka axaftina xwe de silavên germ ên Serok Barzanî gihandin beşdaran û hêviya serkeftinê ji bo konferansê xwest.

Di peyama Serok Barzanî de hat tekez kirin ku herêm û cîhan di qonaxeke hestyar re derbas dibin û hemû nîşane ber bi destpêkeke nû ve diçin.

Serok Barzanî di peyama xwe de wiha got:

"Her dem diyalog û hevtêgihiştin baştir e ji şer û aloziyan.

Di gotûbêj û aştiyê de mirovahî sûdmend dibe."

Di peyama Serok Barzanî de spasiya hikûmeta Tirkiyeyê, Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan û Abdullah Ocalan hat kirin ku derfet ji bo pêvajoya çareseriyê û dan û standinan ava kirine.

Amîna Zikriyê li ser navê Serok Barzanî got:

"Ji aliyê xwe ve, piştgiriya her hewlekê dikim ku xizmeta pêvajoya aştiyê, bihêzbûna biratiyê û bihevrejiyana gelên deverên me bike."

"Divê hemû alî ji şaşiyên borî dersan wergirin"

Serok Barzanî di beşeke din a peyamê de bangî hemû aliyan kir ku ji şaşiyên serdemên borî dersan wergirin û bi "henaseyeke nû û nêrîneke ron û tijî bawerî û hêvî" reftarê li gel hemû asteng û pêşhatên nû bikin.

Serok Barzanî di peyama xwe de hêvî xwest ku encam û raspardeyên vê konferansê xizmeta pêvajoya aştî û çareseriya pirsgirêk û pêdiviyên serdem û qonaxa nû bikin.

Konferansa ku dê du rojan didome, bi axaftinên Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan dest pê kir û tê de gelek kesayetên navdar gotûbêjan li ser aştiyê dikin.

Beşdariyeke xurt ji Herêma Kurdistanê

Şandeyeke payebilind a ji Herêma Kurdistanê jî di konferansê de cihê xwe girt. Di nava şandeyê de Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab, Nûnera Serok Mesûd Barzanî û Endama Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Amîna Zikrî, Nûnera Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Beyan Samî Ebdulrehman û Nûnerê Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî, Dara Xeylanî hene.

Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed jî bi rêya vîdeokonferansê beşdar bû û gotarek pêşkêş kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst