STENBOL - Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî dest pê kir

6 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî Pêvajoya Çareseriyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî), li Navenda Çandê ya Cem Karacayê ya li navçeya Bakirkoyê ya parêzgeha Stenbolê "Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî" saz dike.

Tê çaverêkirin ku di konferansa ku dê du rojan berdewam de, gelek siyasetmedar, hiqûqnas û çalakvanên neteweyî û navneteweyî pêvajoya çareseriyê gotûbêj bikin.

Axaftina vekirinê ya "Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî" ji aliyê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan ve hat kirin.

Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed jî axivî.

Beşdariyeke xurt ji Herêma Kurdistanê

Ji Herêma Kurdistanê jî şandeyeke payebilind beşdarî konferansê bûye.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab, Nûnera Serok Mesûd Barzanî û Endama Ofîsa Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Amîna Zikrî, Nûnera Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Beyan Samî Ebdulrehman û Nûnerê Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî, Dara Xeylanî di konferansê de cih digirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst