Omer Ocalan: Bêdengiya çekan têrê nake divê dil ji hev re werin vekirin

07-06-2025
RÛDAW
Nîşan Omer Ocalan DEM Partî Pêvajoya Çareseriyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan ku di heman demê de biraziyê Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan e li ser pêvajoyê got, “Tenê bêdengbûna çekan têr nake divê dil ji hev re werin vekirin.”

Parlamenterê Rihayê yê DEM Partiyê Omer Ocalan ji medyaya Tirkiyeyê re li ser pêvajoya biryara PKKyê ya bidawîkirina şerê çekdarî û xwefesixkirinê axivî.

Omer Ocalan derbarê pêvajoyê amaje bi zimanê aştiyê û îradeya biherejiyanê da û da zanîn ku tenê bêdengbûna çekan têrê nake divê dil ji hev re werin vekirin.

Parlamenterê Rihayê yê DEM Partiyê Omer got:

“Em hemû mirovên dil bi birîn ên heman welatî ne, di êşan de şirîk û di hêviyê de bira ne.

Li vî welatî gelek cejn derbas bûn, hinek bi girî, hinek bi bêrî û hinek bi hêvî lê tiştek kêm bû ew jî aştî ye.

Tenê bêdengbûna çekan têrê nake divê dil ji hev re werin vekirin.”

Ocalan behsa wê yekê kiriye ku eger zimanê aştiyê pêk bê dê hem Tirkiye û hem jî Kurd bi ser bikevin û ev yek dê bandoreke erênî li hemû gelên Rojhilata Navîn bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst