Rojnameya MHPyê gotina Bahçelî ya li ser Ocalan sansur kir

07-06-2025
RÛDAW
Nîşan Devlet Bahçelî Turkgun Abdullah Ocalan Sansur
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rojnemeya Turkgunê ku rojnameyeke MHPyê ye, gotina Devlet Bahçelî ya li ser Abdullah Ocalan de sansur kir ku gotibû damezrînerê PKKyê.

Serokê MHPê Devlet Bahçelî duh li Enqereyê, gora damezîrêner û serokê ewil partiya xwe Alparslan Turkeş ziyaret kir û li ser gora wî derbarê pêvajoya nû axivî û çend peyam dan.

Bahçelî ameje bi biryara xwefesixkirinê û bidawîanîna têkoşîna çekdarî ya PKKyê da û got:

“Ev gaveke girîng e. Destpêka bidawîanîna terorê ya li Tirkiyeyê ye.”

Devlet Bahçelî di axaftina xwe de ji bo rêberê girtî yê PKKyê Abdullah Ocalan jî gotina “Serokê damezrîner” bi kar anî.

Rojnameya Turkgun ku rojnameyeke MHPê ye û bi piranî gotarên Serokê wê belav dike, vê carê  di hejmara xwe ya 7ê Hezîranê de gotina “Serokê Damezrîner” a Bahçelî sansur kir.

Di nûçeya li ser malpera înternetê ya heman rojnemeyê de jî li şûna “Serokê damezrîner” gotina “çalakiyên dabeşker ên terorê” bi kar anî.

Gotinên Serokê MHPyê yên derbarê Ocalan karvedan li pey xwe anîn.

Parlamentera ÎYÎ Partiyê Ayyuce Turkeşa keça Alparslan Turkeş vîdeoya Devlet Bahçelî belav kir û  nerazîbûna xwe nîşan da.

Ayyuce Turkeşê  got, “Me dît ku li ser gora bavê min Alparslan Turkeş serokê terorîstan, xaîn û kujerê zarokan wekî serokê damezrîner hate ragihandin.

Ev vê roja mibarek, di hizûra bavê min de bêrêziya herî mezin e li hember bîranîna wî.

Eger ew li dinê ba ew dikarî gotineke wiha li pêşberî wî bigota?”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Wêneyekî temsîlî /  Arşîv

Naveroka Paketa Darazê ya 11an çi ye?

Tê pêşbînîkirin ku 55 hezar girtî bên berdan û bi hezaran girtî jî ji girtîgehên girtî derbasî girtîgehên nîvvekirî bibin