Hewlêr (Rûdaw) - Partiya mixalefetê ya Tirkiyeyê CHPyê, piştî operasyonên li şaredariyên xwe, bangî hemû şaredarên xwe kir ku 10ê Tîrmehê li Enqereyê bin.
Di civîna ku dê saet 10:00an li Navenda Giştî ya CHPyê bê lidarxistin de birêvebirên partiyê dê derbarê operasyonên li şaredariyên CHPyê rewşê binirxînin û nêrînên şaredaran wergirin.
Ev pêşhat wekî beşek ji stratejiya partiyê ya midaxeleya li krîzê ya piştî operasyonên li şaredariyên CHPyê tê nirxandin.
Partiyê berê serokên xwe yên 81 bajaran li Enqereyê civandibûn û danê êvarê jî bi hemû parlamenterên xwe re bi serokatiya Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel civîneke girtî li dar xistibû.
Di civîna şaredaran a ku dê roja pêncşemê bê lidarxistin de tê payîn ku pêşhatên têkildarî polîtîkayên partiyê yên birêvebiriyên herêmî bên nirxandin û stratejiya ku dê di pêvajoya pêş de were şopandin, were diyarkirin.
Ev gava CHPyê ya ji ber bandora pêşhatên dawî yên siyasî yên li Tirkiyeyê ya li ser birêvebiriyên herêmî balê dikişîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse