Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan derbarê operasyonên li ser şaredariyên CHPyê got, "Em operasyonên desteserkirina şaredaran şermezar dikin û em van midaxaleyan qebûl nakin."
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê di çarçoveya operasyona pêla 5emîn a li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de, şaredarên navçeyên Avcilar, Buyukçekmece û Gaziosmanpaşa yên Stenbolê û şaredarên navçeyên Seyhan û Ceyhanê yên Edeneyê jî di nav de derbarê 47 kesan de biryara desteserkirinê hat dayîn.
Hevserokên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullarî li ser hesabên xwe yên medyaya civakî bertek dan operasyonan.
"Operasyonên bi vî rengî zererê didin aştiya civakî"
Bakırhan di parvekirina xwe de wiha got:
"Em operasyonên desteserkirinê yên li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê û şaredariyên navçeyên wê, her wiha li dijî serokên şaredariyên Seyhan û Ceyhanê yên Edeneyê şermezar dikin û em van midaxeleyan qebûl nakin.
Yek ji prensîbên bingehîn ên demokrasiyê, rêzgirtina li îradeyê ye ku gel di sindoqê de diyar kiriye.
Operasyonên bi vî rengî ku bi destê dadgehê li dijî serokên şaredariyên hilbijartî tên meşandin, zererê didin aştiya civakî.
Rêya çareserkirina pirsgirêkên siyasî, dan û standin û diyalog e; em dê li hemberî her midaxeleya ku siyaseta demokratîk derdixe der bi berdewamî rawestin."
"Divê rêz li biryarên gel were girtin"
Hatîmogullariyê jî di parvekirina xwe de wiha got:
"Em operasyona li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê û desteserkirin serokên şaredariyên navçeyên Stenbolê û yên Seyhan û Ceyhanê şermezar dikin.
Hewldana çareserkirina hesabên siyasî bi rêya dadgehê û van kiryarên li dijî nûnerên hilbijartî nayên qebûlkirin.
Divê rêz li biryarên ku gel di sindoqê de dide, were girtin û naskirina îradeya gel tiştekî pêwîst e.
Ji bo aştiya civakî û demokrasiyeke xurt, divê ji Stenbolê heta Wanê, ji Mêrdînê heta Edeneyê li seranserê welatê me rêz li îradeya gel were girtin û dev ji van operasyonên siyasî were berdan."
Daxuyaniya DEM Partiyê
DEM Partiyê jî bi awayekî fermî li dijî operasyonan daxuyaniyek belav kir û tê de wiha got
"Kesên ku dema bên gazîkirin dikarin îfadeyê bidin, bi rêbazeke ku ji aliyê hiqûqî ve ti meşrûiyeta wê nîne û li ser bingeha îfadeyên kesekî îtîrafkar bi vî rengî rastî desteserkirinê û girtinê werin hiştin, binpêkirineke giran a li hemberî hiqûq û demokrasiyê ye.
Gavên ku hatine avêtin, berevajî hesasiyetên vê qonaxa dîrokî ya ku em tê re derbas dibin, qada siyaseta demokratîk jî teng dikin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse