DEM Partî, MHP û AK Partî li ser pêvajoyê çi dibêjin?

28-05-2025
RÛDAW
Tuncer Bakirhan, Recep Tayyîp Erdogan û Devlet Bahçelî /Wêne: AA
Tuncer Bakirhan, Recep Tayyîp Erdogan û Devlet Bahçelî /Wêne: AA
Nîşan DEM Partî AK Partî MHP Pêjavo Tuncer Bakirhan Recep Tayyîp Erdogan Devlet Bahçelî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokên DEM Partiyê li Parlamentoya Tirkiyeyê derbarê pêvajoyê de li gel Serokê MHPyê Devlet Bahçelî civîneke krîtîk saz kir.

Tuncer Bakirhan piştre beşdarî civîna koma partiya xwe bû û li ser pêvajoyê nirxandinên girîng kirin.

"Niyeta kê aştî be bila derkeve nav gel"

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li ser aştiyê wiha bang kir:

"Em dibêjin aştî nîyet e, niyeta me aştiyeke bi rûmet e. Niyeta kê aştî be bila derkeve nav gel û bigerin."

Bakirhan diyar kir ku DEM Partî û MHP ji bo pêvajoyê hewlên zêde didin.

"AK Partî dikare zêdetir berpirsyariyê wergire"

Bakirhan her wiha banga wergirtina berpirsyariyeke zêdetir li aliyên din ên siyasî jî kir û wiha pê de çû:

"Sekna partiyên mixalefetê ya di vê mijarê de ne pir xirab e lê ev ne tenê bi gotinan, divê ew bixwe jî di vê pêvajoyê de bi awayekî aktîv beşdar bin.

AK Partî dikare zêdetir berpirsyariyê wergire. Dikare wêrektir biaxive û zêdetir zimanê çareseriyê bi kar bîne.

Divê gaveke din a wê jî derbarê sererastkirina yasaya darazê de be.

Divê ev yasa li gorî standartên demokratîk bê sererastkirin. Divê girtîgeh vala bibin û malbatên girtiyan du cejnan pîroz bikin."

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî jî piştî civîna li gel DEM Partiyê li Enqereyê “Monumenta Şehîdên Netewperest” ziyaret kir.

"Wext nêzîk bûye"

Bahçelî Di daxuyanî çapemeniyê de bersiva rexneyên ku derbarê pêvajoyê de li wî û partiya wî tên girtin da û amaje bi “sedsala biratiyê da” û wiha axivî:

"Yên şopa wan li ser axa me nîne û kedên ku wekî tov hatine çandin înkar dikin, van rojan maskeyên xwe girêdane û tevgera neteweperest bi awayekê neheq sûcdar dikin, divê bê zanîn ku ev yek di serî de li beramberî şehîdên me û bîranînên wan bêrêzî ye.

Bi rastî wextê tiştekî heye û ew wext nêzîk bûye. Ew wext jî bi sedsala Tirkiyeyê tê sembolkirin û bi nasnameyeke nû ya neteweyî û bi sedsala biratiyê xuya dike."

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî li Enqereyê, di civîna li gel serokên rêxistinên bajaran ên partiya xwe de derbarê pêvajoyê de axivî.

Erdogan got ku ew "gelekî baş dizanin ka li gel Bahçelî çi dikin û bi hêvî ne ku vê carê bigihin armanca xwe."

"DEM Partî, partiyên din ên siyasî bi awayekî berpirsyarane tevdigerin"

Recep Tayyîp Erdogan wiha axivî, "Ev rastiyek e ku bi her qonaxeke nû hem hêviyên me û hem jî barê me zêdetir dibe.

Em bawer dikin ev qonaxa ku berovajî yên berê gelek hesastir, nazîktir û ji bo provakasyonan vekiriye, bi saya Xwedê dê bêyî qeza û bela bê temamkirin.

Em di her derfetê de ji bo serkeftina pêvajoyê tekeziyê li ser îradeya xwe ya bihêz dikin.

Ji roja yekem ve em hewl didin avaker bin, wêrekiyê bidin hemû aliyan û zimanekî wiha bikar bînin ku baweriyê dide 86 milyon welatiyan.

Em bi xweşhalî dibînin ku di serî de DEM Partî, partiyên din ên siyasî jî di vê mijarê de. Em vî awayê avaker ê siyasetê gelekî bi qîmet dibînin."

Biryar e DEM Partî îro li Parlamentoya Tirkiyeyê derbarê pêvajoyê de li gel AK Partiyê jî bicive.

Lê çavê raya giştî ji civînan zêdetir êdî li gavên pratîk ên hikûmetê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst