Hewlêr (Rûdaw) - Tora Medyayî ya Rûdawê cara duyem e di 46emîn Xelatên Salane yên Tellyê de ku li Amerîkayê hat lidarxistin çend xelat wergirtin.
Rûdaw di nav zêdetirî 13,000 beşdarên ji zêdetirî pênc parzemînên cîhanê de bû xwediya xelatên zîv û bronz.
Xelata Zîv
Programa “Hîn Jî Maye” li ser koçberiya ciwanên Kurd a ber bi welatên Ewropayê ve û metirsiyên ku di wê rêyê de rûbirûyî wan dibin xelata zîv wergirt.
Rojnamegerê jêhatî yê Rûdawê Hêvîdar Ehmed û derhênerê bernameyê Beyar Hekîm di nav daristana Dankêxê de ku 235 kîlometreyan li bakurê Parîsê cih digire çîrok û derdên koçberên Kurd gihandin cîhanê.
Xelatên Bronz
Bernameya Bestoon Talkê wekî yekê ji bernameyên serkeftî û pirtemaşevan ên Rûdawê bû xwediya xelata bronz.
Bestoon Talka ku ji aliyê pêşkêkarê jîr û jêhatî Bêstûn Osman ve tê pêşkêşkirin, xwendekarên zanîngehên Îraq û Kurdistanê tîne pêşberî serkirdeyên siyasî û biryarderan û gotûbêj û karîgeriya rasterast di navbera wan de çêdike.
Bultena nûçeyan a pêşkêşkara darîçav û bişiyan Şehyan Tehsînê jî yek ji xelatgirên xelata bronz bû.
Şehyan Tehsîn pêşkêşkara bulteneke nûçeyan a rojane ye ku balê dikişîne ser mafên jinan û bihêzkirina wan di nav qadên jiyana civakî, siyasî û aborî de.
Ev xelat Tora Medyayî ya Rûdawê dixe rêza brandên cîhanî yên naskirî yên îsal ên wekî Netflix, BBC, Al Jazeera , NASA, NBC News, ESPN, LinkedIn, NATO û MTV ku hemû xelatgirên Tellyê bûn.
Birêvebira Bicihhêner a Xelatên Tellyê Amanda Needhamê li ser vê mijarê got:
"Ev destkeftiyeke mezin e. Îsal zêdetirî 13,000 beşdarên me hebûn. Xelatgir ew çîrokên nû ne ku ji hemû ekranan ve tên nîşandan.
Wekî xelatgireke Tellyê, bi rastî jî hûn hilgirên pîvanên herî baş in di vê sektora karê me de."
Ev mikurhatin salekê piştî wê yekê tên ku Rûdawê heft xelatên Tellyê wergirtin, ev yek jî tekez dike ku Tora Medyayî ya Rûdawê li herêm û cîhanê wekî medyayeke pêşeng tê naskirin.
Birêvebirê Peywendiyên Giştî yên Rûdawê Elî Caf ragihand:
"Her du bername û bultena Rûdawê yên ku hatine xelatkirin bal kişandiye ser gihandina dengê xelkê û wan girîngî bi wan mijaran daye ku ji bo xelkê û civakê girîng bûn.
Em şanaz in ku karên me di asta navneteweyî tên xelatkirin."
Xelatên Tellyê ku sala 1979an hatine damezrandin, rêzgirtin e li pirbaşiya di warên berhemanîna vîdeoyî û televizyonî yên de di hemû platforman de.
Tora Medyayî ya Rûdawê bi saya şêwaza rojnamegeriyê ya bilind ku pê pabend e bûye xwediya xelatan.
Em teqez dikin ku Rûdaw di gihandina çîrokên bihêz û karîger û tijî zanyarî de pêşeng e.
Tora Medyayî ya Rûdawê
28ê Gulana 2025an.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse