Hewlêr (Rûdaw) - Ji bo şermezarkirina bikaranîna çekên kîmyavî li dijî gerîlayên PKKê, HDPê li Stenbol û Silopiyê, çalakiyeke meş û xwenîşandanê rêk xist. Di dema meşê de, polîs û cendirmeyan li gundê Tilqebînê yê ser bi Silopiyê ve gaza rondikrêj bi ser xelkê de reşandin û rê nedan xelk meşa xwe berdewam bikin.
Xwepêşandana HDPê ye li navçeya Silopiyê ser bi parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê hejmarek xelk kom bûbûn û biryar bû bo protestokirina "bikaranîna çekên kîmyayî ji aliyê artêşa Tirkiyê ve di şerê dijî PKKê" de ber bi Deriyê Sînor ê Xabûr-Îbrahîm Xelîl bimeşin.
Lê hejmareke zêde ya polîsan ligel hêzên cenderme li gundê Tilqebînê bi gaza rondikrêj û ava şid midaxeleya çalakiyê kirin û rê nedan xelk bimeşin ku hejmarek parlamenterên HDPê jî di nav de bûn.
Herwiha li Taksîm e li parêzgeha Stenbolê polîsan parlamenterên HDPê û hejmarek xelk dorpêç kirine û rê nadin ku bimeşin.
Parlamenterê HDPê Necdet Ipekyuz got “Rojevê tije bike, çi dibe çi nabe divê mirov bipirse lê hîn bibe. Naxwazin tiştek bibe. Li Silopiyê xwepêşandaneke mezin bû, li vir jî nexwestin mirov lieqe. Gelek kes di bin çav de ne, aniha nêzikî 12 wekîlên me li cadeya Îstiklalê ya Stenbolê weke binçav de ne, der û dora wan girtine. li vir jî 2 wekîlên me û gele partiyên me li vir in.
Di çalakiya Stenbolê de 121 kes hatibûn desteserkirin ku hejmarek rêveber û endamên HDPê jî di nav de bûn. Lê kesên desteserkirî derengê şeva borî piştî karûbarên yasayî hatin berdan.
Parlamenterê HDPê yê Stenbolê Ali Kenanoglu dibêje “Divê şandeke navdewletî bê pêkanîn û ev îdîa bên lêkolînkirin û encam bê diyarkirin. Wek tê zanîn bikaranîna çekên kîmyayî suc e. Di dema şer de jî ev suc e.”
Welatî Fatma Yeni anî ziman “Divê welatên Ewropayê bên lêkolînê bikin. Ne dewlet û ne ti hêzeke din nabe ku çekên kîmyayî bikar bînin. Ji ber dijî mirovatiyê ye."
Hêzên Parastina Gel (HPG) baskê leşkerî yê PKKê roja 18ê Cotmehê ragihandibû ku artêşa Tirkiyê di êrîşên xwe yên dijî wan de çekên kîmyayî bi kar anîne û 17 gerîlayên wan di encama wan êrîşên kîmyayî de canê xwe ji dest dane. HDPê jî derbarê îdiayê de daxuyaniyek dabû û banga lêkolînê kiribû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse