Ji bo 24 bajaran hişyariya bi 'koda zer'

11 demjimêr berê
Nîşan Hişyarî Koda Zer Berf û Baran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ji bo 24 parêzgehan ku di nav wan de Amed, Colemêrg û Stenbol jî hene, bi koda zer hişyariya barana zêde da.

Li gorî texmînên Birêvebiriya Giştî ya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê, îro li piraniya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê baran tê payîn.

Tê texmînkirin ku baran dê li peravên Deryaya Spî, Rojhilatê Deryaya Spî, bajarên Bakurê Kurdistanê û derdora Stenbol, Bursa, Kocaelî û Yalovayê, bakurê Balikesîrê, rojhilatê Antalyayê û başûrê Erziromê bi hêz be.

Baran dê li derdora Colemêrg û Şirnexê jî gelekî xurt be.

Saziya Keşnasiyê ji bo parêzgehên Stenbol, Edene, Semsûr, Balikesîr, Bîlecîk, Çewlîg, Bedlîs, Bursa, Amed, Xarpêt, Erzingan, Erzirom, Colemêrg, Mêrsîn, Kocaelî, Meletî, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Dêrsim, Wan, Êlih, Şirnex û Yalovayê hişyariya bi koda zer weşand.

Tê pêşbînîkirin ku li Çewlîg, Erzirom, Wan, Şirnex, Bedlîs, Erzingan, Colemêrg, Mûş û Dêrsimê berf bibare.

Hişyariya cemed û bayê bihêz

Li beşên bilind ên Rojhilatê Deryaya Reş û bakur û rojhilatê Bakurê Kurdistanê qeşa û cemed tê payîn.

Tê payîn ku pileyên germê li aliyên bakur, navîn û rojava hinekî kêm bibin.

Saziya Keşnasiyê her wiha ji bo Rojhilatê Deryaya Spî, rojhilatê Anatolyaya Navîn û beşên bilind ên Deryaya Reş hişyariya bayê bihêz da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst