Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir ragihand ku peyamên erênî yên serkirdeyên Başûr û Rojavayê Kurdistanê destê wan di dan û standinên bi dewletê re xurt dike.
Keskîn Bayindir di çarçoveya Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk de ya li Stonbolê ji Rûdawê re axivî û bal kişand ser girîngiya yekîtiya neteweyî.
"Destê me li hemberî dewletê xurt dike"
Bayindir diyar kir ku peyamên Serok Mesûd Barzanî û rayedarên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê bandoreke erênî li Bakurê Kurdistanê kiriye.
Hevserokê DBPyê got, "Ev peyam hem yekîtiyê di nav gel de ava dikin û hem jî di dan û standina bi dewletê re destê me gelekî xurt dikin."
"Em ji bo sekna wan minetdar in"
Keskîn Bayindir kêfxweşiya xwe ya ji bo helwesta serkirdeyên Kurd anî zimên û wiha pê de çû:
"Peyamên Rêzdar Mesûd Barzanî, Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî hatin parvekirin. Em ji bo sekna wan gelekî minetdar û kêfxweş in."
"Konferans hevdu temam dikin"
Hevserokê DBPyê bal kişand ser konferansên ku li parçeyên cuda yên Kurdistanê hatine lidarxistin.
Wî hêvî kir ku konferansên li Qamişlo, Dihok û Stenbolê hevdu temam bikin.
"Bingeha aştiyê yekîtiya Kurdan e"
Bayindir destnîşan kir ku heger meseleya aştî û civaka demokratîk di navbera Kurd û Tirkan de bi pêş bikeve, zemîna vê yekîtiya Kurdan e.
Wî got, "Divê hemû aktor, pêşeng, sazî û hizbên Kurdan ji bo berjewendiyên gelê Kurdistanê li gel hev bin."
Keskîn Bayindir di dawiyê de diyar kir ku hatina aktorên Kurd moralekî mezin daye gelê Kurd ê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê.
#VÎDEO - Hevserokê DBPyê Keskîn Bayindir:
— RudawKurdi (@RudawKurdi) December 7, 2025
🎙️ “Dilê xelkê bi peyamên aktorên sereke yên Kurdan gelekî xweş bûye”
🎙️ “Piştevaniya Kurdên li parçeyên din destê me bihêztir dike”
🎙️ “Em ji bo peyamên Serok Barzanî û Rêveberiya Rojava minetdar in”
🎙️ “Em ji bo sekna Rêzdar Mesûd… pic.twitter.com/Th9NbcCdnr
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse