Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê (YSK) ragihand ku di hilbijartinên 14ê Gulanê de dengder dikarin tenê li sindoqên ku navê wan hatiye tomarkirin û li gor belgeya zanyariya dengdêr dikarin dengê xwe bikar bînin.
Li avahiya Serokatiya Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê (YSK) îro Duşemê 8ê Gulana 2023an li ser proseya dengdanê temsîlî kabînên dengdanê hatin danîn û 6 gavên bikaranîna dengdanê hatin diyarkirin.
Li gor daxuyaniya YSKê di hilbijartinên 14ê Gulanê yên serokkomarî û parlamentoya Tirkiyê welatî dikarin bi belgeya zanyarî ya dengdêr ku ji bo wan hatiye şandin an jî li gor hejmara sindoqa ku navê wan hatiye tomarkirin dengê xwe bikar bînin.
Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê (YSK) li ser proseya dayîna dengan ragihand:
1-Welatî divê bizanibe ku dê li ku derê û li kîjan sindoqê dengê xwe bide. Kesên belgeya zanyarî ya dengder negihiştibe destê wan dikarin li ser malpera YSKê cih û hejmara sindoqê bizanibe. Li seranserê Tirkiyê di navbera 08:00 û 17:00an dê deng bên dayîn û eger demjimêr bidawî bibe û welatiyên dengên xwe bikarneanî hebin serokê desteya sindoqê piştî ku nasnameya wan werbigre dikare rê bide welatî dengên xwe bikarbînin. Lê welatiyên piştî demjimêr 17:00an bên nikarin deng bidin.
2- Nasnameya xwe ya ku reqema Komara Tirkiyê li ser e jibîr nekin. Dengder divê yek ji wan belgeyan wek nasnameya nifûsê, nasnameya ku ji aliyê saziyeke fermî hatibe dayîn, pasaport, belgeya zewacê, belgeya şofêriyê, nasnameya parêzer, noter û leşkerî pêşanî serokê sindoqê bide û hejmara rêzbenda dengder bibêje. Eger kesek yek ji wan belgeyan nede nikar dengê xwe bide.
3- Divê bi telefonê nekevin nav kabînê. Qedexe ye ku dengder bi telefon an jî makîneya film û fotografan bikeve nav kabînê. Eger hebe divê daynin gel desteya sindoqan û piştî dengdanê paşde bê wergirtin.
4- Divê ji bilî muhrê ti nîşanek li pisûleya dengan neyê dayîn. Dengder di pisûleyê de dê muhra “Belê” an “Bijare” bê ku derxîne derveyî beşa ji bo muhrê hatiye veqetandin lê bide. Ji bo ku deng bê hesibandin dive derveyî vê muhrê ti nîşaneke din an jî wajo neyê danîn. Derveyî pisûleyan jî ti tiştekî din nexin nav zerfan. Ji bo welatiyê ku difikire şaşitî kiriye pisûleya nû nayê dayîn.
5-Divê pisûleyan bixin yek zerfê. Ji bo dengder wê du pisûle bên dayîn ku yek ya serokkomariyê ye û yek jî ya parlamenter e lê divê her duyan jî bixin yek zerfê.
6- Piştî bikaranîna deng divê wajo bê dayîn. Dengder piştî zerfa xwe avêt nav sindoqê divê di lîsteya degderan de cihê beranber navê xwe wajo bike.
Desteya Sindoqan ji nûnerên 5 partiyên siyasî yên ku di hilbijartina herî dawî de herî zêde deng bi dest xistine pêk tê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse