Hatîmogullari: Çareya Sûriyeyê nenavendîbûn e

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Sûriye Tirkiye Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan DEM Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tulay Hatîmogullariyê di Civîna Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê de li ser Budceya 2026an axivî.

Hatîmogullariyê diyar kir ku salek di ser rûxîna rejîma Sûriyeyê re derbas bûye û tekane çare nenavendîbûn û bicihanîna Peymana 10ê Adarê ye.

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê di axaftina xwe ya li ser Pêşniyaryasaya Budceya Rêveberiya Navendî ya Sala 2026an de rewşa dawî ya Sûriyeyê, tercîhên budceyê û nîqaşên çareseriyê yên li ser Pirsgirêka Kurdan nirxandin.

"Li Sûriyeyê karesata mirovî didome"

Hatîmogullariyê teqez kir ku di sala yekem a rûxîna desthilata Esed de aramî pêk nehatiye û got:

"Komkujiya ku li Siwêdayê li hemberî Durziyan û li herêma beravê li hemberî Elewiyan tê kirin karesateke mezin a mirovî ye û hîn jî didome.

Ev zext li ser Xirîstiyan û Erebên Sunî yên sekuler jî berdewam dikin."

Hatîmogullariyê diyar kir ku rêya çareseriyê li Sûriyeyê ne tevlihev e û got, "Dema ku mirov li pêkhateya pirrengî dinêre tekane çare nenavendîbûn e" û wiha pê de çû:

"Wekî ku di Peymana 10ê Adarê de jî hatiye diyarkirin; destûreke demokratîk a Sûriyeyê ku tê de Kurd, Ereb, Tirkmen, Ermenî, Elewî û Xirîstiyan yanî hemû gel û bawerî li ser bingeha welatîbûna wekhev bin, reçeteya çareseriyê ye.

Têkiliya aştiyane ya ku em dê li sînorê me yê 914 kîlometreyî bi birayên xwe yên Kurd re deynin, temînata ewlehiya sînorên me ye.

Divê stratejiya Tirkiyeyê ya Sûriyeyê bi temamî li ser vê yekê be."

"Banga Ocalan ji bo hemû gelên Tirkiyeyê ye"

Hatîmogullariyê di axaftina xwe de behsa çareseriya Pirsgirêka Kurdan jî kir û banga Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan bi bîr anî.

Tulay Hatîmogullariyê got, "Banga Birêz Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd an DEM Partiyê ye, bangeke ji bo hemû gelên Tirkiyeyê ye. PKK bersiv da vê bangê û tiştên pêwîst bi cih anîn.

Dema em bi ezmûnên borî re miqayese dikin divê em destnîşan bikin ku gavên herî şênber di vê serdemê de hatine avêtin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst