Huseyîn Çelîk: Hûn bi Ehmed Şer re diaxivin lê Kurdan red dikin

Duh li 08:58
Nîşan Huseyîn Çelîk Heleb Kurd Rexne Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Huseyîn Çelîkê ku yek ji damezirênerên AK Partiyê û Wezîrê berê yê Perwerdeya Tirkiyeyê ye rexne li polîtîkaya hikûmeta AK Partiyê ya li hemberî Kurdên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê girt.

Huseyîn Çelîk pirsî: “Tirkiye bi kîjan hiş û wijdanî Kurdên Sûriyeyê yên ku bi dehan salan di bin zilm û zora rejîma Beasê de mane, wekî dijmin dibîne?”

Huseyîn Çelîk îro li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê pêşhatên dawî yên li Sûriyeyê û rewşa Kurdan de peyamek belav kir.

"Kurdên Sûriyeyê ji merhemeta wan re nehêlin"

Huseyîn Çelîk bang li Tirkiyeyê kir ku xwedî li Kurdên Sûriyeyê derkeve û got:

“Ya ku li Komara Tirkiyeyê û miletê Tirk tê, ew e ku birayên xwe yên Kurd li Sûriyeyê ji merhemeta Amerîka, Îsraîl an jî hinek rêxistinên terorê re nehêle.”

"Nabe ku hemû Kurd wekî dijmin bên dîtin"

Çelîk diyar kir ku divê Enqere hemû Kurdan wekî PKKyî nebîne û wiha berdewam kir:

“Wekî ku ne rast e û ne li gorî mirovahî, wijdan û heqîqetê ye ku hemû Kurdên li Tirkiyeyê bi PKKyê re wekhev bên dîtin, bi heman rengî ne mirovî, ne wijdanî û ne jî li gorî heqîqetê ye ku mirov hemû Kurdên Sûriyeyê bi PKKyê û şaxên wê an jî pêkhateyên alîgirên wê re wekhev bibîne û wan wekî dijmin ragihîne.”

Rexneya li ser têkiliya bi Ehmed Şer re

Wezîrê berê yê AK Partiyê rexne li helwesta Enqereyê ya derbarê Kurdan û hikûmeta Şamê girt û pirsî:

"Gelo ev kîjan hişmendiya dîplomatîk e ku Ehmed Şerê ku ji terorîstiyê bo serokatiya Sûriyeyê hat bilindkirin û tîma wî dikin mixetab lê bi pêşengên Kurdên Sûriyeyê re ti diyalogê danaynin?"

Çelîk her wiha got, “Tirkiyeya ku xemxura Misilmanên li Somalî, Filistîn û Arakanê ye û hembêza xwe ji bo Tirkên Gagavuz vedike, bi kîjan hiş û wijdanî Kurdên Sûriyeyê wekî dijmin dibîne?”

"Divê Tirkiye navbeynkariyê bike"

Huseyîn Çelîk ragihand ku Kurdên Sûriyeyê xizmên bi milyonan Kurdên welatiyên Tirkiyeyê ne û pêwendiyên wan ên kûr ên hestiyarî bi hev re hene.

Wî bal kişand ser daxuyaniyên Wezareta Parastina Tirkiyeyê yên li ser Helebê û got:

“Tevî zanîna vê yekê Wezareta me ya Parastinê Neteweyî radigihîne ku eger Hikûmeta Sûriyeyê bixwaze, dikare di mijara pevçûnên li Helebê de piştgiriyê bide wan.

Ya ku ji Dewleta Komara Tirkiyeyê û ji miletê Tirk tê hêvîkirin û lê tê, ew e ku di navbera komên şerker ên li Sûriyeyê de navbeynkariyê bike û rola hakemiyê hilde ser xwe.”

Mînaka Herêma Kurdistanê

Di berdewamiya peyama xwe de Huseyîn Çelîk amaje bi helwesta berê ya Tirkiyeyê ya li hemberî Başûrê Kurdistan û pêwendiyên niha kir û got:

“Bi salan dijminatî bi Kurdên Bakurê Îraqê re jî hat kirin lê di dawiya rojê de Dewleta Komara Tirkiyeyê û Rêveberiya Kurd a li Bakurê Îraqê di nava pêwendiyên gelekî baş ên cîrantî û dostaniyê de ne.

Gotineke pêşiyan a Japonan dibêje deriyê ku tu li pey xwe digirî bi tundî lê nexe, dibe ku egera vegera te hebe.

Bi nêzîkatî û polîtîkayên îro yên li hemberî Kurdên Sûriyeyê, pêvajoya 'Tirkiyeya Bêteror' bi keştiya xeyalan, nêçîrkirina xewnan wêdetir naçe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst