Hakan Fîdan: Em li bendê ne ku HSD demildest pêbendî Peymana 10ê Adarê bibe

Duh li 09:24
Nîşan Hakan Fîdan HSD Peymana 10ê Adarê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ragihand ku ew li bendê ne Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) pêbendî "Peymana 10ê Adarê" bibe û demildest erk û berpirsyariyên xwe yên di vî warî de bi cih bînin.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler îro li Enqereyê bi hevtayên xwe yên Endonezyayî Wezîrê Karên Derve Sugiono û Wezîrê Parastinê Sjafrie Sjamsoeddin re civiyan.

Piştî civînê berpirsên her du welatan daxuyaniyeke hevbeş da çapemeniyê.

"Em ji nêzîk ve dişopînin"

Hakan Fîdan ragihand ku ew pêşhatên li Sûriyeyê ji nêzîk ve dişopînin û di vê çarçoveyê de bi berpirsên Şamê re di pêwendiyê de ne.

Fîdan da zanîn ku wî îro di pêwendiyeke telefonî de bi Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê re rewşa dawî gotûbêj kiriye û got:

"Em pêşhatên li Sûriyeyê gelekî ji nêzîk ve dişopînin. Îro pêwendiyeke min bi Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê re hebû.

Qonaxa dawî çi ye û çi tê kirin, em ji nêzîk ve dişopînin."

Banga ji bo HSDyê

Fîdan bal kişand ser mijara ewlehiyê û "Peymana 10ê Adarê" ya di navbera HSD û hikûmeta Şamê de û wiha pê de çû:

"Pêkanîna ewlehiya giştî li Sûriyeyê ji bo aramî û xweşguzeraniya xelkê gelekî girîng e.

Em li bendê ne HSD jî pêbendî Peymana 10ê Adarê bibe û demildest erk û berpirsyariyên ku dikevin ser milê xwe bi cih bîne."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst