Bahçelî: Îsraîl dixwaze pêvajoyê têk bide

24-06-2025
RÛDAW
Nîşan Devlet Bahçelî Pêvajoya Nû Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê MHPyê Devlet Bahçelî got, “Îsraîl bi êrişa li Îranê dixwaze komkujiya Xezeyê bide jibîrkirin û pêvajoya Tirkiyeya bêteror têk bide.”

Bahçelî her wiha got, “Bombeyên ku diavêjin Tehranê bandorê li Enqereyê jî dikin.”

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî piştî 5 mehan îro li civîna koma partiya xwe ya li parlamentoyê axivî.

Devlet Bahçelî di axaftina xwe de behsa şerê Îran û Îsraîlê û pêvajoya çareseriyê kir.

Bahçelî îdia kir ku Îsraîlê hiqûqa navdewletî bin pê kiriye û bûye “dewleteke terorîst.”

“Daxwaz û biryara me Tirkiyeya bêteror e”

Serokê MHPyê wiha got:

“Em li pey aramiya Tirkiyeyê ne. Armanca me Tirkiyeya xwedî hêza super e.

Em dixwazin sedsala Tirkiyeyê ava û geş bikin. Em hewl didin yekîtiya neteweyî û hevkariya xwe zêde bikin.

Daxwaz û biryara me Tirkiyeya bêteror e.

Eger ewlehiya welatê me bikeve metirsiyê, em bersiva pirsa `dê kî bikeve pêşiya me` baş dizanin.

Eger hebûna gelê min bikeve bin metirsiyê, em baş dizanin dê kî bibe garantiya nasnameya neteweyî, aramî û aştiyê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst