Bahçelî: Banga Ocalan YPGyê jî li xwe digire

09-03-2025
RÛDAW
Nîşan Devlet Bahçelî YPG Danîna Çekan PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Devlet Bahçelî ragihand ku divê PKK û hemû komên girêdayî wê demildest û bê şert û merc çekên xwe radestî Tirkiyeyê bikin.

Bahçelî her wiha destnîşan kir, “Îdiayên ku dibêjin YPG li derveyî bangê ne li gel xwezaya serokatiya damezrêner û rêxistinê nakok e.”

Serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî ku 1ê Çiriya Pêşîn a 2024an li Parlamentoya Tirkiyeyê bi silavdayîna DEM Partiyê pêvajoyeke nû dabû destpêkirin, îro li ser hesabê xwe yê medyaya civakî li ser banga danîna çekan û fesixkirinê ya Abdullah Ocalan daxuyaniyeke berfireh belav kir.

Bahçelî di daxuyaniya xwe de bangî PKKyê û hemû komên ser bi wê ve kir ku di çarçoveya banga Ocalan de bilez bê şert û merc çekên xwe deynin û radestî Komara Tirkiyeyê bikin.

Serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî got:

“Banga ku 27ê Sibatê ji Îmraliyê hatiye kirin li gel rêxistina terorê ya PKKyê eşkere hemû kom û dûvelankên wê yên din jî li xwe digire.

Îdiaya ku dibêje YPG û rêxistinên din ên terorê yên wekî wê derveyî bangê ne û ew dengên cuda yên ku vê nêrîna bê bingeh li gorî planekê belav dikin, bi temamî li gel xwezaya serokatiya damezrêner û rêxistinê nakok e.

Yê ku rexistina terorê ava kiriye daxwaza fesixkirina wê kiriye.”

Serokê MHPyê tekezî li ser “Tirkiyeya bê teror” kir û anî ziman:

“Divê bilez Tirkiyeya bê teror pêk bê û teror ji jiyana me were derxistin.

Berovajî wê, yên ku çekan hildigirin dê berdêla wê bi awayê herî giran bidin.”

Bahçelî her wiha behsa rola DEM Partiyê ya di pêvajoyê de jî kir û got:

“Ji ber peyamên berpirsyarane û germ ên  DEM Partiyê û her wiha ji ber gavên wê yên hevgirtî û bi îstiqrar, dê rê li ber were vekirin ku bibe partiyeke Tirkiyeyê.”

Serokê MHPyê pêvajo wekî derfeteke dîrokî û zêrîn bi nav kir û da zanîn:

“Di heman demê de divê ev derfet bi têgihiştina hevpar û ferasetê were dabînkirin.”

“Nabe behsa bijarde û hinceteke din were kirin”

Bahçelî di berdewama daxuyaniya xwe de anî ziman:

“Armanca Tirkiyeya bê teror ew e ku dîrok û erdnîgarî bi aramiyê were mohrkirin, bi hêviyê were tacdarkirin û bi rihê aştî û biratiyê were dorpêçkirin.

Dawiya vê belaya bi xwîn ku bi dehan salan e hatiye serê gelê me êdî diyar bûye.

Serdema tundûtûjiya çekdarî û xiyanetê ku li gel windahiyên civakî, siyasî, aborî, ewlehî, wijdanî û mirovî di asta bilind de mexdûriyet bi xwe re aniye êdî ber bi bidawîbûnê ve ye.

Her wiha, nabe behsa bijarde û hinceteke din were kirin û ne jî têgihiştin an armancek heye ku bikare terorîzma cihêkar mafdar bike.”

Bahçelî ragihand ku êdî ne mimkun e sebr û tolerans ji bo siya terorê ya di jiyana siyaset û demokrasiyê de were nîşan dan û got:

“Dewleta Tirk dê çavên xwe li zext û ferzkirinên hêzên derve û hundir negire û di nav tengasiya rîsk û gefan de asê nemîne.”

Bahçelî di dawiya daxuyaniya xwe de jî anî ziman:

“Miletê me yê ezîz bi vîn û baweriya xwe ya pîroz ketiye dewrê da ku di bextê xwe yê xirab de bi ser bikeve.

Kavilên 41 salên borî yên teror û cihêkariyê, dê bi hevkarî, eqlê hevbeş û helbet bi gavên jidil, rast, sebr û cihê baweriyê ji holê werin rakirin.

Li gel paqijkirina şopên bi xwîn ên terorê dê bermahiyên wê jî bi temamî werin avêtin.

Ji bo ku bûyerek çênebe û şaştêgihiştin pêk neyên û pêşhatên baş ên ku aliyê wan ên hestyar hene nebin asteng divê em baldar û hişyar bin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst