Dem û cihê hevdîtina Erdogan û Heyeta DEM Partiyê diyar bû

09-04-2025
RÛDAW
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan Heyeta DEM Partiyê Hevdîtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamên Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan dê roja pêncşemê saet 13:30an li gel Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bicivin.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan îro di civîna koma partiya xwe de ragihand ku ew dê sibe bi Heyeta DEM Partiyê re bicive lê dema hevdîtinê eşkere nekiribû.

Li gorî zanyariyên hatine belavkirin Erdogan dê sibe saet 13:30an li Koşka Serokkomariyê ya Tirkiyeyê ya li Enqereyê Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê pêşwazî bike.

Piştî ku Serokê MHPyê Devlet Bahçelî 1ê Çiriya Pêşîna 2024an li Parlamentoyê silav da DEM Partiyê, pêvajoyek ji bo aştiyê û çareseriya Pirsgirêka Kurdan dest pê kir.

Bahçelî piştî ku silav da DEM Partiyê bi çend hefteyan jî di civîna koma partiya xwe de xwestibû ku Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan biçe Parlamentoyê û banga danîna çekan û fesixkirinê li PKKyê bike.

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê piştî gotinên Bahçelî 3 caran çû serdana Girava Îmraliyê.

Piştî hevdîtina dawî ya 27ê Sibata 2025an ku ji bilî Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldanê, Hevserokên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari, siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk û 2 kesên din jî di şandeyê de beşdar bûn.

Ocalan bi rêya şandeyê banga danîna çekan û fesixkirinê li PKKyê kiribû.

PKKyê jî 1ê Adarê di daxuyaniyekê de ragihandibû ku ew dê pêbendî banga Ocalan bibin û kongreya fesixkirinê saz bikin lê bi mercê ku Ocalan bixwe serpereştiyê bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst