Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Tarsusê ya parêzgeha Mêrsînê ya Tirkiyeyê du malbat pev çûn û di pevçûnê de 2 kes hatin kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.
Li Taxa Yeniceyê ya Tarsusê doh di navbera du malbatên ku berê di navbera wan de pirsgirêk hebûn nîqaş derket û her du aliyan bi çekan êrişî hev kir.
Di şerê bi çekan de Hasan Polatê 48 salî, Yalçin Polatê 42 salî, H.P.yê 45 salî û Ş.D.yê 39 salî birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Tarsusê lê Hasan Polat û Yalçin Polat li nexweşxaneyê mirin.
Derbarê bûyerê dest bi lêpirsînê hat kirin û polîsan li derdora nexweşxaneyê tedbîrên ewlehiyê wergirtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse