Îsraîlê rê li ber keştiya Madleenê girt, Tirkiyeyê nerazîbûn nîşan da

09-06-2025
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Tirkiye Madleen
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê derbarê astengkirina keştiya alîkariyê ya Madleenê ji aliyê Îsraîlê ve got, “Careke din hat îspatkirin ku Îsraîl dewleteke terorê ye.”

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê ji ber rêlibergirtina keştiya alîkariyê ya Madleenê bertekeke tund nîşanî Îsraîlê da.

Wezareta Karên Derve daxuyaniyeke nivîskî belav kir û Îsraîl wekî “dewleteke terorê” bi nav kir.

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê di daxuyaniya xwe de wiha got:

"Destwerdana hêzên Îsraîlê li avên navneteweyî bo ser keştiya bi navê 'Madleen' a ku ji bo gihandina alîkariya mirovî bo Xezeyê bi rê ketibû û welatiyên me jî di nav de bûn, binpêkirineke eşkere ya hiqûqa navneteweyî ye.

Ev êrişa hovane ya hikûmeta (Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin) Netanyahu ku gefê li azadiya deryayî û ewlehiya deryayî jî dixwe, careke din îspat kir ku Îsraîl `dewleteke terorê` ye.

Berteka mafdar a civaka navneteweyî li hemberî polîtîkayên qirkirinê yên Îsraîlê ku li Xezeyê birçîbûnê wekî çek bi kar tîne û rê li ber gihandina alîkariyên mirovî digire, dê berdewam bike.

Helwêsta Îsraîlê ya êrişker û ne yasayî nikare rê li ber dengên ku li nirxên mirovayetiyê xwedî derdikevin, bigire.”

Astengkirina keştiya Madleenê

Keştiya alîkariyê ya mîrovî ya Madleenê ku ji aliyê Koalîsyona Flotîla Azadiyê ya NGOyê ve ji bo şikandina dorpêça li ser Xezeyê hatiye organîzekirin, 1ê Hezîranê ji Bendera San Giovanni Li Cuti ya li Cataniayê ya Îtalyayê ber bi Xezeyê bi rê ket.

Dema ji peravên Xezeyê re 180 kîlometre ma artêşa Îsraîlê rê li ber keştiyê girt û 12 kesên di keştiyê de desteser kirin.

Îsraîlê keştî û 12 kes birin Îsraîlê da ku wan dersînorî welatê wan bike.

Di nav keştiyê de endama Fransî ya Parlamentoya Ewropayê (PE) Rima Hassan û welatiya Alman Yasemin Acar, her wiha ji Tirkiyeyê Huseyîn Şuayb Ordu, ji Brezîlyayê Thiago Avila, ji Spanyayê Sergio Toribio, ji Holendayê Marco van Rennes, ji Fransayê Baptiste Andre, Reva Viard, Pascal Maurieras û Yanis Mhamdi, çalakvana jîngehê ya Swêdî Greta Thunberg û rojnameger Omar Faiad hebûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst