Parlamenterê DEVAyê: Civînên komîsyonê dê eşkere bin

09-08-2025
RÛDAW
Nîşan Komîsyon Civîn Pêvajoya Çareseriyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Mehmet Emîn Ekmen li ser şêwaza civînên komîsyonê got, “Civînên komîsyonê dê eşkere werin kirin û belgeyên wê werin weşandin.”

Parlamenterê Partiya DEVAyê Mehmet Emîn Ekmen li ser şêwaza civîna Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ku doh bi awayekî girtî hatibû kirin, daxuyanî da û ragihand ku tenê dema pêwîst be dê ev şêwaz were bikaranîn lê bi giştî civîn dê vekirî bin û belgeyên civînê jî werin weşandin.

Mehmet Emîn Ekmen piştî civîna Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê li ser hesabê xwe yê Xê bi sernavê “Li ser gelek pirsên ku hatine kirin” peyamek belav kir.

Ekmen di peyama xwe de da zanîn ku şêwaza civînên komîsyonê dê li gorî pêwîstiyê were diyarkirin lê bi giştî civîn dê ji raya giştî re vekirî bin.

“Komîsyon dikare biryara hevdîtina girtî bide”

Mehmet Emîn Ekmen wiha nivîsiye:

“Di Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê de ku li Parlamentoya Tirkiyeyê hatiye avakirin, eşkerebûn esas e, girtîbûn/veşartîbûn îstisna ye.

Hemû xebat dê ji çapemeniyê re vekirî werin kirin û dê belge jî werin weşandin.

Komîsyon eger pêwîst bibîne, dikare biryara hevdîtina veşartî/girtî bide.

Ev rewş li gorî rêziknameya navxwe ya parlamentoyê û li gorî usûl û esasên xebatê yên komîsyonê ne ku bi yekdengî hatine diyarkirin.

Di dîroka parlamentoya me de gelek mînakên vê hene.

Civîna ku îro Wezîrên Parastinê, Navxwe û Serokê MÎTê zanyarî pêşkêş kirin, ji ber hinek hestyariyan bi yekdengî bi awayekî girtî hat lidarxistin.

Bi taybetî zanyariyên Serokê MÎTê birêz Îbrahîm Kalin û beşa pirs û bersivan nîşan da ku ev biryar di cih de ye.

Bila miletê me rihet be, 48 parlamenterên ji 11 partiyên cuda, xwedî wê feraset, berpirsyarî û exlaqê siyasî ne ku hiqûqa miletê me, dewleta me û pêvajoyê biparêzin.”

Beriya avakirina komîsyonê, şêwaza civînan yek ji mijarên nîqaşê bû û bi taybetî daxwaza partiyên mixalefetê ew bû ku civîn ji raya giştî re vekirî bin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Wêneyekî temsîlî /  Arşîv

Naveroka Paketa Darazê ya 11an çi ye?

Tê pêşbînîkirin ku 55 hezar girtî bên berdan û bi hezaran girtî jî ji girtîgehên girtî derbasî girtîgehên nîvvekirî bibin