Metiner: Eger têkçûneke aborî hebe berpirsyar AK Partî ye

09-10-2021
RÛDAW
Nîşan Mehmet Metiner AK Partî Aborî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê berê yê AK Partiyê Mehmet Metiner partiya xwe rexne kir û got “Eger têkçûneke aborî hebe, hejarî hebe berpirsiyarî bi giştî ya hikûmeta me ye.”

Metiner di bernameyekî televîzyonî de polîtîkayên partiya xwe bi tundî rexne kirin û got, ji têkçûna aborî hikûmet berpirsiyar e û hikûmet jî ya partiya wan e.

Mehmet Metîner got: “Sedema pirsgirêkên aborî yên vî welatî, eger pirsgirêkên sîyasî hebin ne opozîsyon e, nabe ku ew bin jî. Kîjan partî welat birêve bibe serkeftin jî têkçûn jî ya wê partiyê ye. Eger serkeftinek hebe divê em pîroz bikin lê eger têkçûnek jî hebe divê em rexne bikin. Ev ne tenê erkê opozisyonê ye.”

Herwiha Metîner bang li parlamenterê AK Partiyê jî kir û berdewam kir “Di nav AK Partiyê de hejmarek hevalên me hene bi rastî ji welatê xwe hez dikin û berjewendiyên welatê xwe di ser her tiştî re dibînin. Divê ew kes jî dema pêwîst be bikaribin partiya xwe rexne bikin. Divê ew jî rê nîşan bidin û bêjin di vê mijarê de xitimandinek heye.”

Mehmet Metiner di salên 2000 û 2001ê de Alîkarê Serokê Giştî yê HADEPê bû, sala 2011an ji AK Partiyê wek parlamenter hat hilbijartin. 2015an jî wek parlamenterê AK Partî yê Stenbolê ket parlamentoyê. Lê di hilbijartinên giştî yên 2018an de ligel ku berbijêrê AK Partiyê bû nehat hilbijartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst