Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di çarçoveya serdaneke fermî de li Enqereyê, bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re civiya.
Hevdîtin li Koşka Serokkomariyê ya li Enqereyê birêve çû.
Pêwendiyên dualî û rewşa herêmê hatin gotûbêjkirin
Hat ragihandin ku di hevdîtinê de dê pêwendiyên Tirkiyeyê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re, rewşa giştî ya herêmê û çend mijarên din ên girêdayî berjewendiyên hevbeş hatin gotûbêjkirin.
Şandeyên her du aliyan
Di hevdîtinê de Şêwirmendê Payebilind ê Polîtîkaya Karên Derve yê Serokatiya Herêma Kurdistanê Felah Mistefa û Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî amade bûn.
Ji aliyê Tirkiyeyê ve jî Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin, Serokê Ragihandina Serokkomariyê Burhanettîn Duran û Serşêwirmendê Polîtîkaya Karên Derve û Ewlehiyê yê Serokkomariyê Akîf Çagatay Kiliç amade bûn.
Serok Nêçîrvan Barzanî herî dawî di 4emîn Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê (ADF2025) de ku di navbera 11-13ê Nîsanê de hatibû lidarxistin bi Erdogan re civiyabû.
Barzanî: Me rêyên kûrkirina hevkariya xwe gotûbêj kir
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan piştî hevdîtinê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek da û got:
"Ez kêfxweş bûm ku îro li Enqereyê bi Serok Erdogan re civiyam. Derfeteke di dema xwe de bû ku em nêrînên xwe li ser mijarên herêmî û pêwendiyên nêzîk û stratejîk ên di navbera Îraq, Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de parve bikin.
Me her wiha li ser rêyên kûrkirina hevkariya xwe û bipêşxistina aştî, aramî û pêşhatên herêmî gotûbêj kir."
#VÎDEO - Nêçîrvan Barzanî û Recep Tayyîp Erdogan li Koşka Serokkomariya Tirkiyeyê dicivin
— RudawKurdi (@RudawKurdi) October 9, 2025
🔴 Civîna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Enqereya paytexta Tirkiyeyê dest pê kir pic.twitter.com/7w3YpPO9AV
Nêçîrvan Barzanî û di çarçoveya serdana xwe de îro bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re jî civiyabû.
Serokê Herêma Kurdistanê da zanîn ku wî û Hakan Fîdan hevkariya di navbera Herêma Kurdistanê, Îraq û Tirkiyeyê de gotûbêj kiriye.
RADEDITORSAVEDTAG_script async src="https://platform.twitter.com/widgets.js" charset="utf-8"></script
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse