Hewlêr (Rûdaw) – Serokatiya Ragihandina Serokomariya Tirkiyê derbarê biryara destjikarberdanê ya Wezîrê Gencîne û Darayî Berat Albayrak de daxuyaniyek da û aşkere kir ku ew daxwaza wî ji aliyê Recep Tayyîp Erdogan ve hatiye pesendkirin.
Serokatiya Ragihandina Serokomariya Tirkiyê derbarê biryara destjikarberdanê ya Wezîrê Gencîne û Darayî Berat Albayrak ku li ser Instagramê hatibû belavkirin û heta niha nehatibû redkirin an piştraskirin daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de amaje bi avakirina Sîstema Serokomariyê hat kirin û wek “mezintirîn reforma rêveberiyê ya di dîroka komara Tirkiyê de” hat binavkirin û hat gotin, “Berat Albayrak jî di vê 66emîn kabîneyê de wek Wezîrê Gencîne û Darayî cihê xwe girt.”
Her di wê daxuyaniyê de hatiye gotin, “di vê qonaxa ku li gel krîzên siyasî yên cîhanî û navçeyî û şewba Coronayê, aboriya welatên pêşketî rastî pirsgirêkên aborî yên cidî hatin, bi hewlên Wezîrê Gencîne û Darayî Berat Albayrak, welatê me bi kêmtirîn zirarê rêya xwe berdewam kiriye û serkeftinên wezîrê me yê birêz ji aliyê Serokomarê me ve hatine teqdîrkirin.”
Herwiha di daxuyaniyê de amaje bi destjikarberdana Berat Albayrak hatiye kirin û hatiye gotin, “Di encama nirxandina ku ji aliyê Serokomarê me ve hatiye kirin, daxwaza efûkirina erk a Albayrak hatiye pesendkirin.”
Berat Albayrak duh li ser hesaba xwe ya Instagramê daxuyaniyek belav kiribû û destjikarberdana xwe “ji ber sedemên tendirustî” ragihandibû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse