Civîna Recep Tayyîp Erdogan û Heyeta Îmraliyê dest pê kir

10-04-2025
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan Sirri Sureyya Onder Pervîn Buldan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Civîna Endamên Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan saet 13:30an li gel Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan dest pê kir.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di civîna koma partiya xwe de ragihandibû ku bi Heyeta DEM Partiyê re bicive.

Civîn li Koşka Serokkomariyê tê lidarxistin. 

Ev civîn piştîî 13 salan dê bibe têkiliya yekem a Erdogan a û siyasetmedarên Kurd ên DEM Partiyê.

Beriya civînê, Onder û Buldan ku ji Parlementoya Tirkiyeyê ber bi Koşka Serokomariyê ve derketin û bersiv dan pirsên rojnamegeran.

Siyasetmedar Onder got: "Em bawer dikin ku hem qada siyaseta demokratîk hem jî aştî û xebatên têkildarî vê ji vir û pê ve bi gavên zûtir û bi kalîtetir dê berdewam bike."

Pervîn Buldanê jî wiha got, "Ez dixwazim bi girîngî binê vê yekê xêz bikim ku ev hevdîtineke girîng e.

Ji ber ku dibe ku Serokomar cara yekem e ku li ser vê mijarê dê bi me re nêrînên xwe parve bike.

Ew dê nêrînên xwe li ser çi divê bê kirin ji me re bîne zimên. Em jî dê derbarê hemû hevdîtinên ku me kirine de agahdarî bidinê. Bila bibe wesîleya aştiyê."

Li gorî zanyariyan Serokê Rêxistina Îstixbarata Neteweyî(MÎT) Îbrahim Kalin û Serokwekîlê AK Partiyê Afkan Ala jî tevlî tevlî civînê bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst