Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê Yekgirtûyê Selahedîn Behaedîn çû nexweşxaneya Sirri Sureyya Onder lê tedawî dibe.
Sekreterê Giştî yê Partiya Yekgirtû ya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû) Selahadîn Behaeddîn çû parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyeyê û Nexweşxaneya Florence Nightingalê ziyaret kir ku Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Sirrî Sûreyya Onderî lê hatibû emeliyatkirin.
Hat zanîn ku di dema ziyaretê de Parlamentera DEM Partiyê û Endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldanê, Bahaddîn pêşwazî kir.
Piştî hevdîtinê Bahaddîn daxuyaniyek da û destnîşan kir ku Onder û Heyeta Îmraliyê bi awayekî avaker û aqlê selîm beşdarî pêvajoyê dibin.
Selahedîn Behaedîn di daxuyaniya xwe de got, "Heyeta Îmraliyê û Birêz Sureyya, bi helwesteke avaker û aqlê selîm bi pêş dikevin.
Ji ber vê yekê gelê Kurdistanê û aştîxwazên cîhanê, ji ber nexweşiya Birêz Onder gelekî dilgiran in, em dia dikin ku ew di demeke kurt de bi saxlemî vegere."
Di daxuyaniya nivîskî ya Sekreteriya Giştî ya Yekgirtûyê de hat ragihandin ku Pervîn Buldan bi navê partiyê spasiya Selahedîn Behaedîn kir û ev serdan wekî piştgiriyeke wateyî ya ku bi ruhê welatparêzî, biratî û dostaniyê hatiye kirin nirxand.
"Selahedîn Behaeddîn dê pêvajoya çareseriyê gotûbêj bike"
Li aliyê din, Nûnerê Yekgirtûyê yê Tirkiyeyê Loqman Baskederî ji Rûdawê re ragihand ku Bahaddîn dê 3 rojan li Tirkiyeyê bimîne û di vê demê de hem bi rayedarên DEM Partiyê hem jî AK Partiyê re hevdîtinan pêk bîne.
Loqman di daxuyaniya xwe de got, "Mamosta Selahedîn di hevdîtinên ku dê pêk bîne de pêvajoya çareseriyê dê bibe xala wî ya yekem, ew dê ji bo serkeftina vê pêvajoyê hewl bide."
Endamê Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokwekîlê Parlamentoyê Sirrî Sûreyya Onder, şeva 15ê Nîsanê ji ber nexweşiya dil li Nexweşxaneya Florence Nightingale hatibû razandin û di rewşa awarte de hatibû emeliyatkirin.
Di daxuyaniya ku ji aliyê bijîşkan ve hat dayîn de hat ragihandin ku tedawiya Onder berdewam dike û ew dê nêzîkî pênc rojan were razandin.
Qerebalixiya ku li ber nexweşxaneyê çêbûye bala mirovan dikişîne; bi taybetî serokên partiyan û rayedarên hikûmetê û gelek kesên ji qada siyasetê û hunerê diçin nexweşxaneyê û daxwaza silametiyê ji Onder re tînin zimên.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse