Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li ser kongreya PKKyê got, "Dibe ku hûn her gavê mizginiyan wergirin, hûn dê wergirin."
Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) 9ê Gulanê eşkere kiribû ku wê 12emîn kongreya xwe bi awayekî serkeftî li dar xistiye.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Stenbolê di bernameyekê de axaftinek pêşkêş kir.
Erdogan di axaftina xwe de got, "Divê ku em Tirkiyeyê ji belaya Tirkiyeyê rizgar bikin. Em bi gavên xurt ber bi Tirkiyeyeke bê teror ve dimeşin."
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ragihand ku Hevpeymaniya Cumhur bi "hestiyariyeke mezin" pêvajoya "Tirkiyeya bê teror" dimeşîne û got:
"Em bi biryar in ku welatê xwe ji bela terorê rizgar bikin ku 40 sal in êşeke kûr daye welatiyên me yên ji her çîn û tebeqeyan, agirê sor dixe dilê dayikan û dînamît dixe nav biratiya me ya ezelî û ebedî ya wekî neteweyek.
Em bi gavên xurt ber bi armanca Tirkiyeya bê teror ve diçin. Saziyên me yên îstîxbaratê û ewlehiyê erkên xwe bi baldarî pêk tînin. Em jî bi awayekî ku li cidiyeta dewletê tê, bêyî ku valahiyekê bihêlin, gavbigirav xebatan dişopînin.
Em bawer dikin ku em dê bigihîjin armanca Tirkiyeya bê teror. Em dê nekevin nav lîstika wan kesên ku dixwazin herêma me di xwîn, kaos, hêsir û bêîstîqrariyê de bixeniqînin.
Em dê bersiva wan kesên ku dixwazin me parçe bikin bi hembêzkirina hev bidin. Em dê 86 milyon dilên xwe bidin hev, hezkirinê, yekîtiyê xurtir bikin û bilind bikin.
Em dê bi hev re Sedsala Tirkiyeyê ava bikin ku di bingeha wê de demokrasî, bipêşveçûn, aramî û dadmendî hene. Dibe ku hûn her gavê mizgîniyan wergirin û hûn dê wergirin."
Kongreya PKKyê
PKKyê doh eşkere kir ku wê 12emîn kongreya xwe bi awayekî serkeftî li dar xist.
PKKyê li ser kongreyê got: “Kongreya 12emîn a PKK di navbera 5-7ê Gulanê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi rengekî serketî hate lidarxistin. Kongre bi beşdariya delegeyên ku hemû qadên kar temsîl dikin, li du qadên cuda paralelî hev hate pêkanîn."
Ocalan banga xwefesixkirinê li PKKyê kiribû
Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan 27ê Sibatê xwestibû ku PKK zûka kongreya xwe bicivîne xwe fesix bike û çekan deyne.
Komîteya Birêvebir a PKKyê jî 1ê Adarê li ser banga Ocalan daxuyaniyek belav kir û ragihand ku ew dê pêbendî banga Ocalan bibin û li gorî pêwîstiyên wê tevbigerin.
Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) 1ê Adarê agirbest ragihandibû ku ji bo hemû hêzên girêdayî wan derbasdar e.
PKKyê her wiha diyar kir ku ew amade ne ji bo xwefesixkirinê kongreya xwe jî saz bikin lê divê Ocalan bi rê ve bibe.
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) ku saziyeke biryarder a Leşkerî ya hemû komên PKKyê ve ye 2yê Adarê derbarê biryara agirbestê ya ku PKKyê ragihandiye bi sernavê “Ji hemû Hêzên Parastina Gel re” daxuyaniyek belav kir û wê jî eşkere kiribû ku dê pabendî biryara agirbestê bin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse