Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên li Enqereyê civiyan û wan civîneke çapemeniyê ya hevbeş li dar xist.
Hakan Fîdan ragihand ku destpêkirina ducare ya şandina petrolê ya ji Xeta Boriya Petrolê ya Îraq-Tirkiyeyê cihê kêfxweşiyê ye.
Di civînê de pêwendiyên stratejîk ên her du welatan, hevkariya ewlehiyê û mijarên herêmî hatin gotûbêjkirin.
Gavên di warê enerjî û ewlehiyê de
Fîdan anî ziman ku “di warê têkoşîna li dijî terorê û ewlehiyê de li gel hikûmeta Îraqê lihevtêgihiştinek pêk hatiye” û got ku ew piştgiriyeke tam didin Projeya Rêya Bipêşketinê û ji bo ku proje demildest pêk were dê xebat bên zêdekirin.
Pirsgirêka avê jî yek ji xalên girîng ên rojeva hevdîtinan bû û hat gotin ku Tirkiye dê di vî warî de alîkariya Îraqê bidomîne.
"Destpêkirina hinardekirinê cihê kêfxweşiyê ye"
Fîdan got ku destpêkirina ducare ya şandina petrolê hem ji bo bazarên petrolê yên cîhanê û hem jî ji bo çavkaniyên dahata Îraqê cihê kêfxweşiyê ye.
Fîdan anî ziman ku pirsgirêka du salên dawî bi lihevkirina aliyên Îraqî bi dawî bûye û diyar kir ku ew bawer dike gihiştina kapasîteya tam dê gelek feydeyê bide pêwendiyên dualî û qebareya bazirganiyê.
Fîdan her wiha got ku ji bo pêkanîna ewlehî û aramiya herêmî, xurtkirina pêwendiyên di navbera Îraq û Sûriyeyê de gelekî girîng e.
Divê were gotin ku 27ê Îlonê careke din dest bi hinartina petrola Herêma Kurdistanê ya bi rêya Xeta Boriyê ya Ceyhanê hatibû kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse