Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got, "Ji bo ku Neteweyên Yekbûyî (NY) wezîfeyên ku wergirtineê bidomîne, eşkere ye ku pêwîstî bi reformên cidî heye."
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo merasîma salvegera 80emîn a avabûna Neteweyên Yekbûyî peyameke vîdeoyê şand.
Erdogan di peyama xwe de salvegera 80emîn a Neteweyên Yekbûyî pîroz kir û anî ziman ku Tirkiye yek ji endamên damezirîner ên wê ye.
Erdogan da zanîn ku Neteweyên Yekbûyiya ku ji sala 1945an a ku ava bûye, ji bo armancên xwe yên bingehîn ên pêkanîna aştî û ewlehiya cîhanî û pêşxistina hevkariya navneteweyî xebitiye û serkeftineke girîng bi dest xistiye.
Erdogan di peyama xwe da wiha got:
"Ji bo ku Neteweyên Yekbûyî wezîfeyên wergirtine bidomîne, eşkere ye ku pêwîstî bi reformên cidî heye.
Divê Neteweyên Yekbûyî xurt bikin ku ew bikaribe aştiya navneteweyî, refah, pêbaweriya dualî û hevgirtinê ji nû ve saz bike.”
Erdogan piştgiriya Tirkiyeyê ya ji bo Neteweyên Yekbûyî destnîşan kir û wiha got:
"Tirkiye bi biryar e di nav çalakiyên armanca wan ew e ku Neteweyên Yekbûyî bibandor, bikêrhatî û ji hêla darayî ve xurttir bibe de roleke çalak bilîze."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse